Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîkayê li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daxuyaniyek da

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2019
Leşkerên Amerîkayê
Leşkerên Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) piştî nûçeyên li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ragihand ku vekişandina ti hêzên wan ji Sûriyê tune ye.

 

Pentagonê eşkere kir ku tenê hêzên wan li nava Sûriyê cihên xwe guhertine.

 

Îro Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokayetiya Amerîkayê Sean Ryan ragihandibû, ku proseya vekişandina hêzên wan ji Sûriyê dest pê kiriye.

 

Sean Ryan di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a France Press (AFP) re diyar kiribû ku “Hevpeymaniya Navdewletî dest bi vekişandina hêzên xwe ji axa Sûriyê kiriye.”

 

Herwiha berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji AFP re axiviye û nûçe û agahiyên di derbarê vekişandina hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Sûriyê piştrast kiribû.

 

Hejmara leşkerên Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derdora 2000 leşkerî ye û bi gotina berpirsên Amerîkî, erkê wan ligel tunekirina çekdarên DAIŞê bi dawî tê.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump roja 19ê Kanûna 2018ê biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê eşkere kiribû, ku rastî bertek û nerazîbûnên gelek tund him li navxweyê Amerîkayê û him jî ji aliyê hevpeymanên Amerîkayê ve hatibû.

 

Her bi sedema nerazîbûna ji wê biryara Trump, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis û Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk dest ji karê xwe berdabûn.

 

Piştî berfirehbûna asta nerazîbûna li hember vê biryarê, Trump û berpirsên din ên rêveberiya Amerîkayê ragihandin, ku vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê bi awayekê bilez nabe û dê ew prose hêdî hêdî birêve biçe, li gel wê yekê, berpirsên Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û piştgiriya li hêzên Kurdî li Sûriyê jî kirin.

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 11-1-2019
Mirov nizae çi bawer bike u çi ne...li gor Malperên Almanî yên Aktuel, vekêşana Hêzên Amerîkî despê kirîye... Çavkanî: https://www.tagesschau.de/ausland/us-abzug-syrien-107.html

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.547 seconds