Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Pentagonê bîlançoya şerê li dijî DAIŞê eşkere kir

Ji aliyê RÛDAW 11-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Amerîkayê, bîlançoya şerê li dijî DAIŞê ya ji 8ê Tabaxa 2014an heta 1ê Çileya 2017an eşkere kir.


Li gor amarên Wezareta Berevaniya Amerîkayê, di navbera vê demê de ji ber têkoşîna li dijî DAIŞê 11.4 milyar dolar çûne. Ev jî dibe ku ji bo her rojekê 12.7 milyon dolar hatiye xerckirin.


Ji ber ku hêzên Hevpeymaniya li dijî DAIŞê, bi piranî êrîşên esmanî pêk tînin, ji van hejmaran ji sedî 64ê wê, ji aliyê fermandariya esmanî ve hatiye xerckirin.


Herwiha leşkerên perwerdekar  û leşkerên bejahiyê yên Amerîkayê jî li Iraqê hene û ji ber vêya jî, ji sedî 16ê van hejmaran ji bo leşkeran hatine bikaranîn.


Weke din hat diyarkirin, ku ji sedî 12ê van pereyan jî, ji bo Hêzên Deryayî çûne.


Di şerê li dijî DAIŞê  de gelek hêzên taybet ên Amerîkayê, li gel Pêşmerge di operasyonên taybet de cih digirtin. Xerckirinên hêzên taybet jî, ji sedî 8 e.


Ji 8ê Tebaxa 2014an heta 22ê Sibata 2017an, hêzên Amerîka û hevpeymaniyê, li dijî DAIŞê 18 hezar û 458 operasyon pêk anîn. Ji van operasyonan 11 hezar û 160ê wê, di nav sînorên Iraqê û 7 hezar û 298ê wê jî di nav sînorên Sûriyê de hatine lidarxistin.


Ji 14 hezar û 542 operasyonên ku Amerîkayê li dar xistine, 7 hezar û 573ê wê li Iraqê û 6 hezar û 969ê wê jî li Sûriyê hatine pêkanîn.


Ji 3 hezar û 934 operasyonên ku ji aliyê welatên din ên hevpeymaniyê ve hatine kirin, 3 hezar û 587ê wê li Iraqê û 347ê wê jî li Sûriyê hatine lidarxistin.


Li Iraqê welatên Awusturya, Belcîk, Kanada, Danîmark, Fransa, Urdin, Holanda û Brîtanya beşdarî operasyonan bûn.


Li Sûriyê jî Awusturya, Behreyn, Kanada, Danîmark, Fransa, Urdin, Holanda, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Îmarat  û Brîtanya tevlî operasyonan bûne.


Li gor rapora Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, ji 8ê Tebaxa 2014an heta 6ê Sibata 2017an, hêzên hevpeymanî û Amerîka 138 hezar û 136 car firoke rakirine. Herwiha hatiye destnîşankirin ku hin firoke ji bo operasyonê û hin jî ji bo piştgiriya zanyariyê ya operasyonên bejahiyê hatine rakirin.

410 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-05-22 9:50:38 AM
Ev artêsh mîna DAISHÊ û El Nusra ye. Hic farq nîne, tenê li rûyê wan binêrin. Rîyê xwe berdane, weka DAISHê berê. Mixabin tirkîyê daxwaza Dewleta...
Tirkiye artêşeke nû li bakurê Sûriyê ava dike
| 22-5-2017 | (1)
Kurdo | 2017-05-21 7:26:34 AM
Rewşa Bakurî Kurdistanê li Turkîyê,bi hewcehî Serokekî milî nasyare ne bi hewcehî nîv Serokeka bi ldîloceyeka dem bi serve çûye hatî perwerde...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-05-21 4:59:50 PM
Xanima Serpil, Nexşerê eve: 1➡ bi Kurdî biaxivin û binvîsin û Dest ji Axiftina Tirkî û Nivîsên Tirkî berdin. 2➡ Cilê Kurdî li xwe bikin, Cilên Kurdî...
Hevseroka nû ya HDPê: Em li ser nexşerêyeke nû dixebitin
| 20-5-2017 | (2)
Suleyman Inci | 2017-05-21 10:16:54 AM
Newsirvan rebereki Akademik bu xebata wi ji bo Kurdistan ke demokrati bu diji bertilxwarine u gendeli ye bu. Xwede rehma xwe leke sere malbata We ,wi...
Simo | 2017-05-21 4:21:19 PM
Suleyman lncî,law tû Qasim Suleymanî nas nakî kîye,heger Qasim Suleymanî Hevalê Kurdekî be,bila ew Kurda,ji xwe re,nebêje ez Kurdim.Qasim Suleymanî...
Ji Qasim Sulêymanî peyama serxweşiyê
| 21-5-2017 | (2)
Aarif | 2017-05-20 6:38:50 PM
Bi rêz kak, azîzakanim, li ser pirsa rêya rastîya PKK û methodologia PKK ez bi xwe ne bawerim xeltî hebêtin, ji ber hindê, ji bo çi ? di sereta de,...
lolozano | 2017-05-21 6:03:16 AM
Sedemên leşkerî û sedemên sîyasî û civakî û Dewlet,berê PKKê didet xeletîyan gotinên hemî rastin û nesîhetên te,tû li PKKê dikî,tevî wisa PKKê,ne...
Bakura PKKê
| 18-5-2017 | (2)
0.641 seconds