Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Rûsyayê cejna Maslenîtsa gihişte roja dawî

Ji aliyê Kamîz Şedadî 11-3-2019
Rûdaw

Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê heftiya pîrozkirina Cejna Maslenîtsa gihîştiye roja dawî. Maslenîtsa, verêkirina zivistanê û pêşwazîkirina buharê ye û ji serdemên beriya kirîstiyaniyê tê pîrozkirin.

 

Heft roj in ku li kolan û meydanên bajaran şahî tên lidarxistin.  Roja heftan, êdî roja verêkirina zivistanê ye. Li Moskowê şahiya roja dawî, li hewşa seraya qeyserên rûsan tê gerandin. Piraniya keç û jin bi kinc û bergên xwe yên neteweyî beşdarî şahiya kirine.

 

Welatiyekî bi navê Svetlana ji Rûdawê re ragihand: “Maslenîtsa  cejneke ji serdemên butperestî maye. Lê Rûsya welatekî pirnetewe û pirmezhebiye û lewma jî hemû cejn tê pîrozkirin. Min îro Kofî daniye serê xwe û Sarafan li xwe kiriye. Ev cejn, ruhê gelê rûs, rûkenî û dilgeşiya gelê rûs û  mêvanperweriya gelê rûs nîşan dide."

 

Her şahî, bê guman di serî de ji bo zarokan bextewerî û kêfxweşî ye. Lewma jî, bernameyên şahiyê bi giranî ji bo zarokan hatiye amadekirin. Ji xwe piraniya malbat bi zarokên xwe ve beşdarî dikin û ne tenê malbatên rûs.

 

Welatiyê bi navê Kîm Tsoy dibêje: “Em eslê xwe ve Koreyî ne, li Moskowê dijîn û em jî hatine şahiya Maslenîtsa. Dema ku emê vegerin mal, emê jî dê Patîle bipêjin. Ji xwe heftiye ku em patîle dixwin.  Em her weha beşdarî govenda rûsî jî dibin."

 

Bi boneyê Cejna Maslenîtsa di maweya heftiyê de hemû nêrît û folklore neteweyî bi şêwazeke Bazara Rûsî tê pêşnadan, ku tê de hem şahî, hem leyîz, hem jî xwarinên neteweyî têne pêşandan.

 

Cejna Maslnetsa navê xwe ji Bilîn, an ku ji nanê Patîle werdigre, ku li ser sêlê bi rûn tê patin. Bi baweriya rûsan, patîle bi giloverî û bi germbûna xwe ve tîmsala tavê dike.

 

Nanpêj Ludmîla diyar kir: “Patîle bi giranî di Maslenîtsa de tê patin. Nêrîteke  gelek kevnar e. Em jî pir bi kêfxweşî patîle dipêjin û ji şênî û geştiyarên Moskowê re belav dikin. Patîle ji Şîr, Ard, Şekir, Hêlke û ji Rûnê Nivîşk tê çêkirin. Hemû jî berhemên sirûştî ne.”

 

Fînala Cejna Maslenîtsa,  şewitandina sembola zivistanê, an ku Bûka Berfê ye. Bûk ji aliyê keçeke ciwan tê çêkirin.

 

Darya Îvanova dibêje: “Wateya nêrîta şewitandina Bûkê ew e ku buhar zû were. Şewitandina Bûkê qurbandayînek e, lê bi awayekî sembolîk. Lê nabe ku serçavê Bûkî çêbikin. Ji ber ku eger serçavê tiştekî hebe, wate, ruhê wê jî hebe. Û şewitandina ruhê jî, nabe. "

 

Bûkê siwar dikin û dibin cihekî dûrî ji bajêr û di nav berfê de datînin. Va ye, kêliya şewitandina Zivistanê êdî hatiye. Civaka rûs bawer dike bi şewitandina Bûka Berfê re, êdî temena zivistanê bi dawî hat û demekî zû de bihar bê erdê Rûsyayê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.187 seconds