Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Almanya jineke DAIŞê bi tometa kuştina keçeke Êzidî tê darizandin

Ji aliyê RÛDAW 11-4-2019
Jennifer Wenisch roja Sêşemî 9ê Nîsana 2019 li bajarê Munichê li pêşberî dadgehê amade bû. Wêne: AFP
Jennifer Wenisch roja Sêşemî 9ê Nîsana 2019 li bajarê Munichê li pêşberî dadgehê amade bû. Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Almanî ya nav DAIŞê bi tometa encamdana tawana şer û berpirsatiya wê di kuştina zarokeka Êzidî de hat dadgehîkirin. Ew jina Almanî ya bi navê Jennifer Wenisch hatiye tometbarkirin ku hiştiye keçeka Êzidî ya temen 5 salî li ber tavê û di tênîtiyê de canê xwe ji dest bide.

 

Jennifer Wenisch ya DAIŞî ku jineke 27 salî ye, roja Sêşemiyê li bajarê Munich ê Almanyayê li berdem dadgehê amade bû, lê belê rê enhat dan ku kamêra wêneyên wê bigirin.

 

Li gor belgeyan, wê jina Almanî dema ku di nav DAIŞê de bûye, hiştiye ku zarokeka keç a Kurda Êzidî ku temenê wê tenê 5 sal bûye û di destê DAIŞê de êxsîr bûye, li ber tavê û di tênîtiyê de bemire.

 

Dadgehîkirina wê jinê li Almanyayê dibe yekemîn darizandina endamên DAIŞê li ser tawanên wan ên ku di derheqê Kurdên Êzidî de kirine. Herwiha ev yekem proseya dadgehîkirina çekdarên DAIŞê ye ku li Amanyayê birêve diçe.

 

Eger li dadgehê, ew tawan li ser wê jina Almanî bê îsbatkirin, egera wê yekê heye ku cezaya zîndakirina heta hetayê bi ser jina Almanî de were sepandin.

 

Jennifer Wenisch ji qonaxa heştê ve dest ji xwandinê berdaye û ti karekê wê jî nebûye. Ji sala 2013ê ve bûye misilman û sala 2014ê bi rêya Tirkiyê xwe gihandiye Sûriyê û li wê derê tevlî refên DAIŞê bûye.

 

Ew keça Almanî weke Polîsê Hesbe ku hêzeke ser bi DAIŞê bû, li Felûce û Mûsilê kar kiriye û erka wê cîbicîkirina fermanên DAIŞê di nava jinan de bûye.

 

Dozgerê Giştî yê Almanyayê wê jinê bi tometa îşkencekirin, birçî û tî hîştin û kuştina zarokeka 5 salî tawanbar kiriye.

 

Dozgerê Giştî yê Almanyayê ragihandiye, dema ku zaroka Kurda Êzidî ji aliyê Jennifer Wenisch hatibû kirrîn, ew li hewşa mala xwe girêdabû, lêxistibû, ew zarok tî û birçî hîştibû, heta ku keçik miribû.

 

Li gor wê tometa ku Dozgerê Giştî yê Almanyayê arasteyê Wenisch kiriye, di sala 2015 de li Mûsilê, Wenisch û hevjînê wê yê bi navê Teha Sebah Nûrî, di mala xwe de dayik û zarokeka Kurda Êzidî weke kole hebûne, rojekê zaroka 5 salî ku wê demê nexweş bûye, cihê razana hevjînê wê ter dike, wan jî weke siza wê keçê li ber tavê girêdidin heta ku canê xwe ji dest dide. Wenisch hatiye tometbarkirin, ku rê daye hevjînê wê wî karî bike û ji bo rizgarkirina wê zaroka Kurda Êzidî ti hewl nedaye.

 

Hêj hejmareke mezin ji wan çekdarên DAIŞî li Almanya ne, hinek ji wan hatine girtin, hinekan jî xwe veşartine, û Almanya û welatên din ên Ewropayê wan weke metirsî li ser ewlekariya xwe dibînin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.156 seconds