Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Hindistan; Li mezintirîn demokrasiya cîhanê hilbijartin îro dest pê kir

Ji aliyê RÛDAW 11-4-2019
Îro proseya dengdanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Hindistanê dest pê kir û dê heta 19ê Gulanê berdewam be.
Îro proseya dengdanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Hindistanê dest pê kir û dê heta 19ê Gulanê berdewam be.

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên 17.mîn gera parlamentoyê li mezintirîn demokrasiya cîhanê, li Hindistanê ji îro ve dest pê kir. Bi sedan milyon kes li 20 eyalet û herêmên federal dê li 91 bazneyên hilbijartinê dengê xwe bi kar bînin.

 

Li Hindistanê ku hejmara nifûsa wê zêdetir ji milyarek û 339 milyon kesan e, hilbijartinên parlamentoyê ji îro ve dest pê kir û bi milyonan kesan ji bo hilbijartinên parlamentoya welatê xwe de berê xwe dane navendên dengdanê û dengê xwe bikar anîn.

 

Hilbijartin dê bi 7 qonaxan birêve biçe û ji îro 11ê Nîsanê ve dest pê kir û heta 19ê Gulanê berdewam dibe. Hejmartina dengan di roja 23ê Gulanê de dest pê dike û tê çaverêkirin encam di heman rojê de bên ragihandin.

 

Hevrikiya sereke di navbera Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya bi serokatiya Narendra Modi serokwezîrê niha yê wî welatî û Partiya Kongreya Niştimanî ya Hindistanê (INC) ya bi serokatiya Rahul Gandhi de ye.

 

Parlamentoya Hindistanê ku li wî welatî bi Lok Sabha tê naskirin, xwediyê 543 kursiyan e û ji bo bidestxistina piranî û pêkanîna hikûmeta nû, pêwîstî bi 272 kursiyan heye.


Derdora 1 milyon binkeyên dengdanê ji bo hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Hindistanê hatine terxankirin û zêdetir ji 900 milyon kesan jî mafê dengdanê hene.

 

Li gor rapirsiyên ku hatine kirin, şansê partiya Modî bo bidestxistina desthilatê zêdetir, bi taybetî piştî ku di dema desthilatdariya wî de, li Hindistanê pêşveçûna aborî û damezrandina karmendan zêde bûye, şansê Modî zêde ye ku ji bo 5 salên din di desthilatê de bimîne.


Aboriya Hindistanê di wan salên dawiyê de gellek ber bi pêş ve çûye û rêjeya geşekirina aboriya wî welatî ji sala 2014 ve heta niha zêdetirî %7 bûye.


Herwiha aboriya Hindistanê li ser asta Asyayê, aboriya sêyem û li ser asta cîhanê jî di rêzbenda hefetem de ye. Hikûmeta wî welatî plan daniye ku di sala 2019ê de bi berdewamiya geşeya aborî, cihê wî welatî di rêzbenda bihêztirîn aboriyên cîhanê de baştir bike, bi awayekê ku îsal aboriya wî welatî bibe pêncemîn aboriya cîhanê û cihê Brîtanya û Fransayê bigire.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.235 seconds