Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Sûdanê artêşê dest danî ser rêveberiyê

Ji aliyê RÛDAW 11-4-2019
Serokê Sûdanê Omer el Beşîr ji ber bertekan dest ji kar berda
Serokê Sûdanê Omer el Beşîr ji ber bertekan dest ji kar berda

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniyê ya Sûdanê Ewad bin Ewf diyar kir ku artêşê dest daniye ser rêveberiyê û serokomarê wî welatî Omer el Beşîr dest ji kar berdaye û niha li ciheke bi ewle hatiye girtin.

 

Piştî Serokê Sûdanê Omer el Beşîr ji ber bertekan dest ji kar berda, Wezîrê Berevaniyê ya Sûdanê Ewad bin Ewf jî diyar ku artêşa dest daniye ser rêveberiyê û da xuyakirin ku li welat qonaxa veguhêz a bo 2 salan dest pê kiriye.

 

Ewad bin Ewf herwiha diyar kir, li seranserê Sûdanê bo heyama 3 mehan rewşa awarte hatiye îlankirin.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Sûdanê da zanîn ku karûbarên destûra bingehîn hatine rawestandin û serokwezîrî, parlemento û birêvebiriyên eyaletê jî hatine hilweşandin.

 

Televîzyona Neteweyî ya Sûdanê jî bernameyên xwe yên roja pêncşemê betal kirin û xweşpêşandanên keyfxweşiya gel nîşan dide. 

 

Ji destpêka îro ve Artêşa Sûdanê li piraniya cade û cihên sereke yên xartûm a paytexta wî welatî, hêzên xwe bi cih kiribû.

 

Artêşê herwiha di setên destpêkê yên rojê de dest danîbû ser radyo û televîzyona fermî ya dewletê û bi 40 tank û zirêpoşan dora koşka serokatiyê jî girtibû.


Herwiha piraniya berpirsên partiya deshilatdar a Sûdanê ji aliyê hêzên artêşê ve hatine girtin.

 

Li Xartûm a paytexta Sûdanê jî bi hezaran kes li ser cade û di nav kolanan de siloganên serkevtinê dibêjin û rûxandina deshilata el Beşîr dibêjin.

 

Li Sûdanê xelk ji 19ê Kanûna 2018an ve li dijî rêveberiya Serokê Sûdanê Omer el Beşîr ku dema 30 salan e li wî welatî desthilatdar e, xwepêşandanan dikin. Gera herî dawî ya xwepêşandanan, îro derbasî şeşemîn roja xwe bû.

 

Di çend rojên bihorî de xwepêşandanên li Sûdanê berfirehtir bûn û hêzên hikûmetê jî bi tundî rûbirûyê xwepêşanderan bûn û bi dehan kes ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Omer el Beşîr ve hatin kuştin. Di tundûtîjiyên herî dawî yên wî welatî de 22 kes hatin kuştin, ku 5 kes ji wan serbazên artêşa Sûdanê bûne.

 

Endamê Desteya Pîşegerên Sûdanê Omer Xalid ku serkêşiya xwepêşandanan dike, ji Rûdawê re ragihand, di xwepêşandanan de zêdetirî 100 kesan hatine kuştin.

 

Omer el Beşîr di sala 1989an de bi kûdetayeke leşkerî li Sûdanê desthilat girte destê xwe û di sala 1993an de xwe weke Serokomarê Sûdanê nasand.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.234 seconds