Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Yekîtiya Ewropayê dema Brexitê heta 31ê Cotmehê dirêj kir

Ji aliyê Ala Şalî 11-4-2019
Theresa May dixwaze berî 22ê Gulanê ji Yekîtiya Ewropayê veqetin

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê dema destpêkirina Brexitê (derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê) heta 31ê Cotmeha îsal dirêj kir. Serokwezîra Brîtanyayê hêvî dike ku berî 22ê Gulanê ji Yekîtiya Ewropayê veqetin.

 

Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk piştî lûtkeya YEyê ragihand ku 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li gel Brîtanyayê li hev kirin ku dema Brexistê heta 31ê Cotmehê were dirêjkirin.

 

Donald Tusk diyar kir ku ev şeş mehên din jî dide Brîtanyayê ku "çareseriya herî baş" ji bo derketina ji Yekîtiya Ewropayê bibîne.

 

Dirêjkirina dema derketina ji Yekîtiyê, li ser daxwaza Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bûye, ew jî piştî wê yekê ku nekarî parlementoya welatê xwe razî bike ku li ser vê mijarê deng bide rêkeftina navbera London û Brukselê.

 

May: Eger gotina min bihata kirin, niha em derketibûn

 

Piştî bidawîbûna lûtkeya Yekîtiya Ewropayê, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand, ku heta sê caran deng dane derketina ji Yekîtiya Ewropayê, eger parlementerên welatê wê jî piştgiriya derketinê bikira, niha li derveyî yekîtiyê bûn.

 

Theresa May herwiha diyar kir ku ji bo di hilbijartinên Parlementoya Ewropayê de beşdar nebin, hêvî dike ku berî 22ê Gulanê ji yekîtiyê derkevin.

 

Merkel: Brexita rêkxistî ji dema wê giringtir e

 

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand ku tiştê giring rêkeftina rêkxistî ye, ne dema derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê.

 

Angela Merkel herwiha got: “Li gor nêrîna min, niha tiştê giring ew e ku Yekîtiya Ewropayê guvaşa zêdetir nexe ser Brîtanyaya mezin. Daxwaz û çaverêkiriyên me gelek zelal in. Divê em wan rêyan bibînin ku em bawer bin bi rêkeftina vekişînê ve girêdayî dibe, lewma ne giring e ku dema wê kengî dibe.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
684 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds