Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Kubayê bazareke baş ji bo hingivê xwe yê xwezayî dîtiye

Ji aliyê RÛDAW 12-4-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Matanzas ê Kubayê, bêyî ku maddeyên kîmyayî yan dermanekî din bikar bînin, hengvan bi komkirina berhemê xwe yê hingiv ve mijûl in ku yek ji baştirîn hingivê organîk ê cîhanê tê hesabkirin.

 

Li Kubayê li zozanên nêzîkê Havanaya wî welatî xweza mirov mest dike û hengvan hê jî bi awayê qedîm ê dehên salan berhemê xwe berhem tînin û hinardeyî wan welatên Ewropî dikin ku xwesteka wan li ser hingivê xwezayî ye.

 

Hengvan Santiago Esteban  dibêje: “Em ji bo paqijkirina hengan ti maddeyên kîmyayî bikar nayînin. Li vê derê ti nexweşiyeke hengan jî nîne. Lewra pêwîst nake antî-biyotîk bikar bînin.”

 

Li gor raporên navdewletî, hejmara hengan li cîhanê ji ber bikaranîna maddeyên ku zerarê didin kêm bûye. Ev jî bûye cihê nîgeraniya navendên zanistî daku girîngiyê bi berhemanîna hingivê xwezayî bikin ji dêlva hingivê pîşesazî.”

 

Hengvan Rogelio Marcelo dibêje: “Pêdiviya me bi alavên nû heye daku bileztir hingiv kom bibin û veguhêzin. Li vê derê em wan amûran bikar tînin ku her ji qedîm ve hatine bikaranîn.”

 

Serkeftina hengvanên Kubayî di berhemanîna hingivê organîk û xwezayî de, bûye derfetek ku hikûmeta Kubayê ligel cigareyên Puro, hingivê organîk jî wek berhemekî pir baş ê Kubayê li ser asta cîhanê pêşan bide û hewl bide bazarekê jêre bibîne.

 

Rêveberê Teknolojiya Li Kompanyaya Apicuba Dayron Alvarez  dibêje: “Nikarim pêşbînî bikim ku berhemê me heta çi astekî zêde dibe, lê armanca me ew e destpêkê bighînin asta salane 10 hezar û 200 ton, ku sala 1983ê gehiştinê, lê piştre dixwazin asta berhemanînê bilind bikin bo 15 hezar ton.”

 

Niha hingivê organîk ê Kubayê bo welatên wek Almanya, Fransa, Brîtanya, Îspanya û Swîsreyê tê hinardekirin. Li gor daneyên hikûmeta Kubayê, cotkarên Kubayî ji her tonek hingiv 2655 dolar bidest xistine.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
737 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds