Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ji Partiya Lîberal a Swêdê daxwaza piştgiriya serxwebûna Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 11-8-2017
Ala Kurdistan û Swêdê
Ala Kurdistan û Swêdê

Stokholm (Rûdaw) – Hejmareke parlamenterên Partiya Lîberal a Swêdê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li hikûmeta welatê xwe kirin da ku biryara giştpirsiya srxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê bi erênî pêşwazî bikin.

 

Parlamenterên Partiya Lîberal a Swêdê di bin navê “Ya baş ew e em bihêlin Iraq û Kurdistan rêya xwe cuda bikin” gotareke hevbeş amade kirin û ragihandin: “Roja 25ê Îlonê hikûmeta Herêma Kurdistanê giştpirsiyekê encamp dide. Di giştpirsiyê de ev pirs tê kirin, gelo hemwelatiyên herêmê hê jî dixwazin ser bi hikûmeta navendî ya Bexdayê bin an jî ser bi Kurdistaneke serbixwe bin. Ji bo me ya bingehîn mafê çarenivîsê ye. Divê em hemû bikarin desrbarê paşeroja xwe de biryara xwe bidin. Em piştgirî didin mafê kurdan a diyarkirina çarenivîsa xwe.”

 

Di gotara hevbeş de tê destnîşankirin, ku piştî hilweşandina desthilata Saddam Husên ji 2003ê heta niha ji bo avakirina aştî, aramî û hemahengiya gelên Iraqê gelek hewl hatine dayîn lê bi belge eşkere bûye, ku ev hewldan tev de vala derketine.

 

Parlamenterên Partiya Lîberal di berdewama gotara xwe de wiha dibêjin:

 

“Li gorî destûra Iraqê divêya di sala 2007ê de ji bo diyarkirina çarenivîsa herêmên kurdî yên li Kerkûk, Diyala, Selahadîn û Nînowayê giştpirsiyek bihata kirin. Herwiha di destûrê de hatiye bicîhkirin, ku divê ji sedî 17ê dahata welat bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê, divê hikûmeta Iraqê Hêzên Pêşmerge bi fermî qebûl bike û weke beşê bakûr a Artêşa Iraqê binase û hikûmeta navendî xercên wan pêşwazî bike.

 

Ev 10 sal in Bexdayê ev giştpirsî paşve xistiye. Di van çend salên dawiyê de jî meaşên karmendên hikûmet û di nav de jî yên Hêzên Pêşmerge nehatine dayîn. Di heman demê de dahata petrolê li gel Herêma Kurdistanê nehatiye parvekirin. Hikûmeta navendî çend caran eşkere kiriye, ku nikare çavdêrî û parastina hemû welat bike. Iraqa nû li hember Kurdistanê heman siyaseta Pan-erebîzmê berdewam dike, ku vê înkarkirinê herdem şkest xwariye.”

 

Di daxuyaniya hevbeş de tê gotin: “Em weke Lîberalan wisa dibînin, ku Iraq bûye dewleteke şkestxwarî û bi nêrîna me ya herî baş ew e, ku Iraq û Kurdistan bi rêyên cuda re herin. Eger gelên Iraqê di çarçoveya sînorên nîştîmanî de nikarin bi hevre bijîn, dikarin weke cîranên baş bi hevre bijîn.”

 

Parlamenterên liberal didin xuyakirin, ku ew li hêviya Kurdistanekê ne, ku tê de komên ciyawaz ên etnîkî û olî bi mafên xwe yên binbgehîn bikarin bi hevre bijîn û ji aliyê pêşmergeyên ji hemû pêkhateyan ve werin parastin.

 

Di gotara hevbeş de gotin: “Di sala 2010ê de weke lîberalan em beşdarî Lûtkeya Bahara Siyasî li Swêdê bûn û me biryar da ku piştgiriya Kurdistaneke serbixwe bikin, û ji bow ê kar bikin. Hevsoziyeke me yê dîrokî li gel gelê kurd heye. Lewma em bi erênî pêşwaziya giştpirsiyê dikin û li hêviya wê ne, ku li cîhanê dewletekî nû yê demokratîk were avakirin.”

 

Lîberalên Swêdê di dawiya gotara xwe de dibêjin, ku ew dewleta serbixwe ya Kurdistanê nas dikin û daxwaz ji welatê xwe dikin, ku ew jî bi erênî pêşwaziya vê biryarê bikin.

 

 

Şîrove

 
Mistefa Uzuin | 11-8-2017
Hûn her hebin! Gelê kurd gelek bi şans e ku dost û hevalên wî yên wekî we hene. Hêvî dikim partiya Sosyal Demokrat ya Swêd ku îro li îqtidarê ye guhdarîya dengê we û gelê Kurdistanê bike û ji bo serxwebûna kurdistanê alîkaryê bike. Spas ji bo piştgirîya we ya bo serxwebûna Kurdistanê! Silav û rêz. Mistefa Uzin.
Baran B | 11-8-2017
Ez wek kurd û endamekê Parta lîberala Swîdê zor spasiya Parta lîberal û bi taybet Spasiya endamên me yên Perlemanê Swîdê û endamên me yên Perlamanê Ewropa dikem bo vê piştgîrîyê.Herbijîn hun. Roreşî bo wan kurdan yên yên ko sal bi sal dengê xwe diden sosyaldemokratên entî yan dijî pirsa kurd ya neteweyî u dijî serxwebuna Kurdistanê.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
Rastgo | 2017-08-11 4:39:02 PM
Komelgeha serxwebûna xwe dabîn neke, nikare geshbûna xwe destbixe.Tenya dewletbûn dikare rêya geshbûna komelgehî û hemû pêkhatên Kurdistanî...
Baran B | 2017-08-12 6:11:31 PM
Gelê Kurd u damodezga û desthelata kurd bo pirsa giştpirsîyê nabe guhê xwe bidet şîretên çi welatan,çi hêzan çi kesan û nek her guhê xwe nedene...
Tillerson daxwaza paşxistina referandumê kir, Barzanî razî nebû!
| 11-8-2017 | (3)
Bernas | 2017-08-12 5:02:24 PM
Bona helweste xwe ye "nayenî" li beheneyan digerin. Gorbaçow got. " Kî dereng me, dîrok wî efû nake". Hevalbendên neyarê Kurd yê bi navî Malîkî xwe...
Goran daxwaz dike ku giştpirsî were paşxistin
| 12-8-2017 | (1)
lolozano | 2017-08-12 4:35:34 PM
Li gorî,daxweza Tevgera Gorranê,Herêm di rewşeka aloz de derbaz dibet.Merema min Doza ku qedera Miletê Kurd li xwe digre,Gorran bi Nanê jîyaneka xweş...
Tevgera Goran biryar da li gel PDKê bicive
| 12-8-2017 | (1)
0.344 seconds