Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Pisporên rûs: Rûsya naxwaze Tirkiye bikeve Efrînê

Ji aliyê Kamîz Şedadî 11-8-2017
Moskow

Moskow (Rûdaw) – Nûnerên 3 dewletên garantor ên agirbesta li Sûriyê, an ku Rûsya, Îran û Tirkiye, ku  li Tehranê kom bûbûn, nekarîn roja destpêkirina gotûbêjên Astana-6 diyar bikin. Wek diyar e, wan, her wiha nekarîn li ser damezrîna herêma bê şer a li Îdlîbê jî li hev bikin.

 

Ji layekî din, leşkerkêşiya Tirkiyeyê ya ber bi sînorên Efrînê ve berdewam e û ev mijar li Moskowê ji nêz ve tê şopandin.

 

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî Sergey Markov dibêje, ji bo Rûsyayê kurdên Sûriyê jî Tirkiye jî di şerê li dijî DAIŞê de wek hevpeyman in, lewre Moskow ne amadeye ji bo kurdan bi Enqrê re lec bikeve:

 

Markov ji Rûdawê re got:  “Eger Tirkiye artêşa xwe bixe Efrînê û di navbera artêşa tirk û  yekîneyên serbazî yên kurdan de şerekî berfireh destpê bike, dê ev yek ji aliya Rûsyayê ve bi dilgiranî bê  pêşwazîkirin. Rûsya vê yekê nexwaze. Bê guman, Tirkiye dixwaze ku razîbûna Rûsyayê werbigre, lê ez bi gumanim ku Rûsya vê yekê qebûl bike. Lê di heman demê de ti niyeta Rûsyayê tune ku li erdê Sûriyê ji ber Efrînê bi artêşa Tirkiyê re şer bike. ”

 

Di wan demên dawîyê de Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ku hemû tevgerên serbazî yên li herêmê  bi raporên rojane belav dike, li ser leşkerkêşiya Tirkiyeyê bê dengiyê xwe diparêze.

 

Li gor nêrîna pisporê serbazî yê rûs Vladîmîr Yevseyev, ketina Tirkiyeyê li Efrîn ne real e û amaje dike, ku vê gavê bazara germ a di navbera Moskow û Enqerê de li ser Îdlîbê tê meşandin.

 

Vladîmîr Yevseyev diyar kir:  “Li hember 20 hezar şervanên kurd ên li Efrînê pêwîste Tirkiye herî kêm 50 hezar serbazên xwe bişîne. Lê hejmara serbazan ewqas nîne. Li gor zanyariyan tenê 20 hezar hatine biicihkirin. Ya duyem, ji bo ketinê pêwîstiya Tirkiyê bi piştgiriya hewayî jî heye. Lê ne Rûsya ne jî NATO destûra bikaranîna balafiran ne dane Tirkiyê. Di van mercan de Tirkiye dikare tenê provokasyonan bike, lê nikare têkeve Efrînê. Ji aliya din Rûsya dixwaze di berdêla mûşekên S-400 de, ji bo rizgarkirina Îdlîbê alîkariya Tirkiyeyê werbigre. ”

 

Li Wezareta Derve ya Rûsyayê hêvî dikin, ku gotûbêjên nû yên li Astanê ta dawiya meha Tebaxê destpê bikin.  Lê şarezeyên ku haya wan ji naveroka gotûbêjên pişt perde jî hene, tekez dikin, ku ji Astana- 6 jî wê ti pêşveçûneke berbiçav dernakeve. Ji ber ku hêviyên çareseriyê yên her 3 dewletên garantor ên li Sûriyeyê, ji hev gelek cudatir in.

Şîrove

 
Sofi | 11-8-2017
Ez hêvîdikim ku her dem her 3 Dewlet bê çare bin û qet li hev nekin. Ji ber li hewkirina wan her ne di berjewendîyên Kurdan deye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.343 seconds