Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Wezîra Îsraîlî: Divê Amerîka piştgiriyê bide referanduma Kurdistanê

Ji aliyê Rûdaw 11-9-2017
Wezîra Dadê ya Îsraîlê, Ayelet Şaked
Wezîra Dadê ya Îsraîlê, Ayelet Şaked

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Dadê ya Îsraîlê daxwaz ji Amerîkayê kir, ku piştgiriyê li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bike û dibêje: “Dewleta Kurdistanê ji bo rojava û Îslarîlê mifadar dibe.”

 

Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked îro duşembî 11ê Îlona 2017ê di konfransekê de li Til Aviv a paytexta Îsraîlê ragihand, Îsraîl piştevaniyê li serxwebûna Kurd, û bi kêmanî piştevanî li serxwebûna Kurdên Iraqê dike.

 

Ayelet Şaked di konfransa taybet bi rûbirûbûna terora navdewletî de, da xuyakirin, ku Îsraîl û welatên rojavayî berjewendiyekî mezin di damezrandina dewleta Kurdistanê de hene.

 

Wezîrê Dadê yê Îsraîlê herwiha destnîşan kir: “Ez di vê baweriyê de me, ku niha dema wê yekê hatiye, Amerîka piştevaniyê li wê proseyê (referanduma Kurdistanê) bike.”

 

Daxuyaniya Wezîra Dadê yê Îsraîlê di demekê de ye, ku pêştir Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di civînekê de li gel 33 endamên Kongreya Amerîkayê ragihandibû, ku pêwîst e Kurd bibin xwediyê dewletekê û piştgiriya xwe bow ê yekê anîbû ziman.

 

Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê biryar e, ku di 25ê Îlona îsal de yanî 14 rojên din birêve biçe.

 

Tevî nerazîbûn û dijatiya hin welatên herêmî û cîhanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniya herî dawîn a xwe ya li gel BBC Persian de ragihand, ku bi ti awayî referandum nayê paşxistin û dê di dema xwe ya diyarkirî de were sazkirin.

 

Şîrove

 
Bernas | 12-9-2017
Kurdan di dîrokê de ji Cihûyan û dewleta Îsraîl neheqî, xirabî, komkujî nedîtin, negirtin. Bes Kurd wê çima neyarî û dijminahîya Îsrail bikin ? Ger em Kurd bona Filistînîyan dewleta Îsraîl rexne bikin, heya êrîş bikin, bes ka Filistînîyan heya îroj bo me Kurdan çikirin ? Em ê çawa hembêzkirina Saddan Huseyîn ji alîyê Yasîr Erefat ve piştî Helebçe ji bîrbikin ? Li ser pirsekê Erefet bo Helebçe got, „Ev rewşek/kîryarek karûbarên navxweyî yên Îraq e, em rêzê karûbarên navxweyî yên Îraq digirin." Divê em, Kurd, sipas û rêzadarî ji hukumet û gelê Îsraîl re bigirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.672 seconds