Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Trump derbarê Îranê de biryara xwe aşkere kir

Ji aliyê RÛDAW 12-1-2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump cardin dema rakirina dorpêçên li ser Komara Îslamiya Îranê dirêj kir.

 

Serokê Amerîka bo cara dawî biryara rawestandina cezayên ser Îranê bo heyamê 120 rojan dirêj kir.

 

Çavkaniyên ji Koşka Spî ve ragihandine, ku Trump gotiye, eger rewşa rêkevtina etomî ya navbera Îranê û welatên 5+1 di vê heyamê de li gorî dilê wî neyê guhertin, êdî ev cara dawiyê dibe ku ew wê biryarê dirêj bike û dorpêçên li ser Îranê bide paş.

 

Di serdema serokatiya Barack Obama de û piştî danûstandineke dûrûdirêj li ser bernameya etomî ya Îranê di navbera grûpa 5+1 û Îranê de, biryara rakirina beşek ji dorpêçên li ser Îranê hatibûn rakirin.

 

Berpirsekî Koşka Spî ragihandiye, Donald Trump dixwaze rêkarên tund li hember Îranê cîbicî bike ku di rêkevtina etomî de werin bicîkirin. Ew ji aliyên Ewropî dixwaze ku sînordarkirina çalakiyên etomî yên Îranê bibe hetahetayî, ku di rêkkevtinê de 10 sal ji bo sînordarkirina wan çalakiyan hatiye danîn.


Xwasteke din a Trump ev e ku programa mûşekî ya Îranê bikeve ber danûstandinan.

 

Tevî ku Donald Trump rawestanina dorpêçên li ser Îranê dijêr kir, lê Amerîkayê çend cezayên nû bi ser çend kesatiyên heqîqî û hiqûqî yên wî welatî de sepand, ku di nava wan de, Serokê Dezgeha Dadê ya Îranê, Sadiq Larîcanê, Zîndana Recayî Şehr a Kerecê û serokê wê zîndanê, Xulamriza Ziyayî hene. Ew ceza jî bi sedema binpêkirina mafê mirovan hatine sepandin.

 

Nivîsîn: Sîna Soma

698 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
2.015 seconds