Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Rûsya li dijî rêveberiya HSDê li Reqayê derket

Ji aliyê RÛDAW 12-1-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Rûsya li dijî encûmenên xwecihî yên Reqayê kir, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine avakirin û dibêje, ew encûmenên xwecihî ku li Reqayê têne avakirin, li derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê ne û bi tenê Amerîka piştevaniya wan encûmenan dike.

 

Di konferanseke rojnamevanî de li Moskowê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova ragihand, ku Reqa di rewşeke xirab re derbas dibe û ev yek jî anî ziman, ku Amerîka piştevaniya encûmenên nav Reqayê dike, di demekê de ku ew encûmen li derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê ne.

 

Mariya Zaxarova amaje bi rewşa bajarê Reqayê kir û bi rewşeke pir xirab vi nav kir.

 

Zaxarova got: “Rewşa Reqayê di asteke herî xerab de ye ,beşeke mezin ji bajêr ji mayînan nehatiye paqijkirin, gelek bombe û mayîn di nava bajêr de heta niha nehatine teqandin, 80% ji avahiyên bajar hatine rûxandin,ne av heye ne jî elektrîk.

 

Di bin avahiyên wêranbûyî de cenazeyên kesên kuştî mane, niha hinek nexweşî jî derketine û rêxistinên Netewên Yekgirtî di wê rewşê de nîn in ku alîkariya mirovî bigihên wî bajarî ,derfet tune ye ku xelkê sivîl vegerin nav malên xwe.”

 

Derbarê sedemên wê rewşa xirab a Reqayê de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê da xuyakirin: “Sedemên wê rewşa xirab jî diyar in, ew hevpeyamniya ku li dijî çekdarên DAIŞê şer dikir a ku Amerîka serpereştiya wê dikir û niha jî li wê derê rêveberiyeke xwe dane avakiri, ku nakeve bin desthilahdariya rêveberiya Şamê, ji bo wê jî medyaya rojavayî û civaka rojavayî li ber wê rewşa Reqayê bêdeng e ji bo ku Amerîka û hevpeymanên wan xirab nedin nîşandan.”

 

Mariya Zaxarova destnîşan kir, ku mafê Amerîkayê nîne, ku ji aliyê hiqûqa navdewletî di nav axa Sûriyê de bimîne û tekez kir,  ku mana Amerîkayê li Sûriyê li derveyî hiqûqê ye.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 17-10-2017an de û di çarçoveya operasyona Xezeba Firatê de bajarê Reqayê ji kontrola DAIŞê rizgar kiribûn.

 

Piştî rizgarkirina Reqayê, HSDê rêvebirina bajêr radetsî Encûmena Sivîl a Reqayê kiribû.

 

Duh jî Encûmena Sivîl a Reqayê civîna xwe ya duyemîn lidarxistibû û têde her yek ji Xalid Berkel û Nadiya El-Hemadê weke hevserokên Encûmena Zagonsaz a Reqayê hatin hilbijartin.

 

 

 

Herwiha di wê civînê de 3 cîgir jî ji hevserokên Encûmena Zagonsaz a Reqayê re hatin hilbijartin, ku ew encûmen weke parlamantoyeke xwecihî ye.

 

Di civîna Encûmena Sivîl a Reqayê de, her yek ji Leyla Mistefa û Ebid Hamid el Mihbaş jî weke hevserokên Encûmena Cîbicîkar a Reqayê hatin hilbijartin, ku ew encûmen jî weke hikûmet û civata wezîran a xwecihî li Reqayê dê bixebite.

 

Biryar e di heftiya li pêş de jî Encûmena Sivîl a Reqayê civîneke din lidar bixe, û têde desteyên herdu encûmenên Cîbicîkar û Zagonsaz ava bike û cîgirên Encûmena Cîbicîkar jî hilbijêre.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.484 seconds