Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Wezîrê berî yê Fransayê: Kurd negihin armanca xwe Rojhilata Navîn aram nabe

Ji aliyê RÛDAW 12-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

Parîs (Rûdaw) – Wezîrê berî yê berevaniya Fransayê Gerard Longuet diyer kir, ku heta gelê kurd negihe armancên xwe, li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk nayê.

 

Gerard Longuet ji Rûdawê re ragihand; “Gel û berpirsên Fransayê niha ji hemû deman zêdetir rewşa kurdan fam dikin. Dizanin, ku bêyî  pêkhatina armancên kurdan li Rojhilata Navîn aştî û aramî zehmet e.”

 

Longuet herwiha got; “Kurd bi zîrek û azatî şerê terorê dikin. Di dema derbasbûyî de Fransayê ev rola kurdan baş nedidît. Lê niha ew vê yekê dibînin. Rayagiştî ya Fransayê û karbidest jî rola kurdan baş dibînin.

 

Longuet balkişande ser rola kurdan a di şerê li dijî terorê de û daxuyand ku eger di hilbijartinên serokatiyê yên Fransayê de namzetê komariyan serbikeve dê piştgiriyên ji bo kurdan berdewam bike.

 

Wezîrê berî yê berevaniya Fransayê Gerard Longuet pêşbînî dike, ku di hilbijartinan de François Fillon serbikeve û diyar kir, ku xelk jî piştgiriyê dide vî manzetî.

 

Fransa yek ji wan welatan e di nav hevpeymaniya li dijî DAIŞê de cîh digre û pêwendiyên wê ligel Herêma Kurdistanê baş in.

 

Piştî êrîşên DAIŞê Serokê Fransayê Francois Hollande du caran serdana Herêma Kurdistanê kir. Herwiha Fransa jî bi şandina çek û şêwirmendên serbazî alîkarî dide Hêzên Pêşmerge.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran | 2017-03-19 11:38:18 AM
Bi kort û kurmanc, ev gotinên te kirîn li ser Partên Silêmanîyê, di hemu waranda rastin û li cihê xwene,bi taybetî li ser pirsa serxwebunê. Ne Bexda,...
Bernas | 2017-03-22 10:15:44 PM
Ger ew ne di nav de ne, ma keremkin bibéjin, ka GORAN ú YNK/Hero bibjin, ew li kijan alín e ? Tér nake, ku mírov bibéje, dewleta Kurd ji ya saddam...
Gelo Silêmanî dê di nav “Dewleta Barzanî” de be?
| 19-3-2017 | (4)
Bila seré xwe li Diwaran bixin | 2017-03-20 10:15:35 PM
Bila herin seré xwe li diwar u zinara bixin.. anji bila xwe intixar bikin. Her ti$t bi daxwaza Bexdayé u Enqeré nabe!!!
Mehemede Kurdi | 2017-03-22 1:06:02 PM
çi zu bîr dikin berê li ew bajarê ji sedî şest Kurd rudiniştin, piştî saddam Kurda Kuşt u qewirand wira ket vî halê. Gava Kurd dihat Kuştin tu dewlet...
KERKÛK - Bexda li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê derket
| 20-3-2017 | (4)
Roşev Sitav | 2017-03-21 8:12:44 PM
Aa çi xa$.. Rastî jî kêfa merîyan tê.
Erdogan bi kurmancî, zazakî û soranî Newroz pîroz kir
| 21-3-2017 | (1)
Baran B | 2017-03-21 8:09:08 PM
Dijminên dêmokratîyê, wate komunîst û faşîtên ko Rojava dagirkirî ye bila bo xwe dersa ji dîrokê werbigirin. Bila bizanin ka çewsîsko, Mîlosîvîç,...
Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn
| 21-3-2017 | (1)
0.531 seconds