Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Venezuela: Nebûna elektrîkê xizmetguzariyên sereke lawaz kirine

Ji aliyê RÛDAW 12-3-2019
Elektrîka giştî ya Venezuelayê, çend roj in qut bûye û serokê wî welatî Nicolas Maduro, Amerîkayê wek tohmetbarê serekî yê êrîşê binav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza siyasî û aborî ya Venezuelayê ji ber milmilaneya navbera hikûmeta Nicolas Madurê û aliyê opozisyonê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Juan Guaido berdewam e.

 

Elektrîka giştî ya Venezuelayê, çend roj in qut bûye û serokê wî welatî Nicolas Maduro, Amerîkayê wek tohmetbarê serekî yê êrîşê binav dike.

 

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro dibêje: “Hemû bijarde ku niha li ser maseyê ne dijî Vanezuelayê ne, di nav wan bijardeyan de jî şerê elektrîkê, şorta elektrîkê û herwiha êrîşên elektronîk in. Eger yek ji van bijardeyan û herwiha êrîşa elektronîk bo ser Vanezuelayê hatibe kirin, wê demê Amerîka take hikûmet e ku bikaribe vê yekê bike.”

 

Nemana elektrîkê bûye sedema xirabbûna xwerakê di nav sarincên piraniya xelkê de, lewra li Caracasê, xwaringeheke bi navê Hache Bistro, deriyên xwe di çend rojên diyarkirî de bo xelkê vekirine daku xweraka hindik maye dema wê biser biçe li vir amade bikin û hem ew bi xwe û hem jî hejarên bajêr jî jê bixwin.

 

Xwediyê Xwaringeha Hache Bistro, Natali Alvarez dibêje: “Deriyên xwaringeha me ji Çarşemê heta Yekşemê li ber xelkê vekirî ne. Em temaşe dikin daku bizanin li çi bajarekî xwarin tê komkirin, hindik maye dema wê biser biçe û dixwazin biavêjin, tînin vê derê û tê amade kirin. Rojane xelk tên vê derê û dibêjin; elektrîka me nîne û hindik maye xwarina di nav sarincan de têk biçe, em jî dibêjin; werin vê derê xwarina xwe bînin û hem hûn bi xwe jê bixwin û hem jî xelk sûdê jê dibîne.”

 

Nebûna elektrîkê bo xizmetguzariyên din jî bûye pirsgirêk, wek kêmbûna xizmetguzariya avê, bi taybetî li Caracasa paytext. Li Caracasê welatî hewl didin ji av û nîv çemên giştî yên pîs ên nav bajêr, pêdiviyên xwe yên avê peyda bikin û hindik maye zengilê metirsiya belavbûna nexweşiyan jî lê bide.

 

Li Cucuta bajarê dawî yê Kolombî li ser sînorê Vanezuelayê. Sînorek ku çend hefte ye ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Maduro hatiye girtin. Lê niha opozisyona Vanezuelayê bi hevahengiya ligel Kolombiyayê, korîdoreke mirovî taybet bi şandina nexweşên Vanezuelayî ber bi Kolombiyayê hatiye vekirin daku çareseriya pizîşkî bibînin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
842 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.187 seconds