Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîka daxwaza avakirina hikûmeteke nû li Sûdanê dike

Ji aliyê RÛDAW 12-4-2019
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Roberto Paladino.

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Artêşa Sûdanê ragihand dest daniye ser desthilatê, Amerîkayê daxwaz kir ku hikûmeteke nû û sivîl li wî welatî bê avakirin.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz kir ku hikûmeteke nû ya sivîl li Sûdanê bê avakirin û got, divê balyozxane û ewlehiya welatiyên Amerîkî li Sûdanê parastî be.

 

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Roberto Paladino duh pênşemî ragihand ku ew rewşeke nû li Sûdanê çê bûye û ew ji nêzîk ve rewşa wî welatî dişopînin.

 

Roberto Paladino spasiya xelkê Sûdanê kir, ku bi aştî peyam û daxwazên xwe pêşkêş dikin û got: Amerîka bi temamî piştevaniya xelkê Sûdanê dike.

 

Paladino herwiha diyar kir, ku têkildarî rewşa Sûdanê, Amerîka bi hevpeymanên xwe yên navdewletî re di nava têkiliyê de ye.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir, divê xelkê Sûdanê bi xwe biryarê li ser vê yekê bidin, ku kî welatê wan birêve bibe.

 

Roberto Paladino wiha axivî: “Amerîka bi temamî piştevaniyê li Sûdaneke demokrat dike, em wisa dibînin, ku guhertineke nû çê bûye, Amerîka daxwazê ji berpirsên niha dike, ku derfetê bidin xelkê û çalakvanan û hikûmetê, daku bi aştî karê bibin serî, em jî spasiya xelkê Sûdanê dikin, ji ber pêbendbûna wan bi rêya aştiyane ku peyam û daxwazên xwe bighînin, herwisa ji ber ku ew daxwaza hikûmeta berfireh dikin, ku rêzê li mafê mirovan bigire, em di têkiliyê de ne bi hevparên xwe yên navdewletî re, û em ji nêzîk ve rewşa Sûdanê dişopînin, daku em bizanbibin wê ev guhertina çawa çê bibin, di heman demê de jî em tekeziyê li ser vê yekê dikin, ku divê ewlehiya stafa balyozxaneya me û welatiyên Amerîkî li Sûdanê parastî be.

 

Divê xelkê Sûdanê bi xwe biryarê li ser vê yekê bidin, ku wê kî welatê wan birêve bibe, xelkê Sûdan daxwaza hebûna hikûmeteke sivîl dike, divê rê li ber wan bê vekirin, daku zû ew hikûmet bê avakirin.”

 

Duh pênşemiyê Artêşa Sûdanê di daxuyaniyekê de ragihand ku serokê wî welatî Omer el Beşîr ji kar hatiye dûrxistin û artêşê dest daniye ser rêveberiya welat.

 

Li Sûdanê xelk ji 19ê Kanûna 2018an ve li dijî rêveberiya Serokê Sûdanê Omer el Beşîr, ku dema 30 salan e li wî welatî desthilatdar e, xwepêşandanan dikirin. Gera herî dawî ya xwepêşandanan, ji şemiya bihorî ve dest pê kir û duh di şeşemîn roja wan xwepêşandanan de, dawî li desthilata el Beşîr hat.

 

 

 

Di çend rojên bihorî de xwepêşandanên li Sûdanê berfirehtir bûn û hêzên hikûmetê jî bi tundî rûbirûyê xwepêşanderan bûn û bi dehan kes ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Omer el Beşîr ve hatin kuştin. Di tundûtîjiyên herî dawî yên wî welatî de 22 kes hatin kuştin, ku 5 kes ji wan serbazên artêşa Sûdanê bûne.

 

Omer el Beşîr di sala 1989an de bi kûdetayeke leşkerî li Sûdanê desthilat girte destê xwe û di sala 1993an de xwe weke Serokomarê Sûdanê nasand.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.188 seconds