Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Rûsya: Rewşa Sûdanê hêj ne zelal e

Ji aliyê RÛDAW 12-4-2019
Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî, Luis Dmitry Polyanskiy.

New York (Rûdaw) - Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî ragihand, Rûsya nikare derbarê rewşa niha ya Sûdanê de helwesta xwe diyar bike, ji ber ku bi gotina wî, “rewş li Sûdanê hêj ne zelal e.”

 

Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî, Luis Dmitry Polyanskiy roja pênşemiyê li New Yorkê di bersiva pirsa Rûdawê de got, Rûsya û Sûdan du welatên dost in û ew niha nikarin li ser rewşa Sûdanê biaxivin, ji ber ku rewşa li wî welatî ne zelal e.

 

Polyanskiy da xuyakirin ku Sûdan welatekî giring e li Afrîqayê û diyar kir: “Sûdan welatekî giring e bo navçeyê û ji bo gellek kêşeyên afrîqî ku bi alîkariya hikûmeta Sûdanê hatine çareserkirin, lewma em gellek haydar dibin di vê qonaxê de û em xwe ji alîgirî yan nîşandana pênaseyekê xwe dûr digirin.”

 

Bi gotina Polyanskiy, di dawiyê de xelkê Sûdanê ne ku dê biryarê li ser welatê xwe bidin û got, lê belê hêj gellek zû ye li ser rewşa Sûdanê axavtin bê kirin.

 

Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî destnîşan kir ku ya giring ev e ku bizanin di dema niha de li Sûdanê çi rûdide û tekez kir divê ew bizanin ka “daxwazên xelkê Sûdanê çi ne, çimku xelkê Sûdanê gellek cuda ne û hinek vê dixwazin û hinek din wê dixwazin.”

 

Luis Dmitry Polyanskiy wiha axivî: “Daxuyanî ne zelal e ji ber ku rewş ne zelal e, em nikarin li ser rewşa texmînî biaxivin, bêyî ku em bizanin di dema niha de çi rûdide û daxwazên xelkê Sûdanê çi ne, çimku xelkê Sûdanê gellek cuda ne û hinek vê dixwazin û hinek din wê dixwazin. Teqez di dawiyê de ew Sûdanî ne ku dê derbarê welatê xwe de biryarê bidin, lê belê hêj gellek zû ye ji bo lezkirina di axavtinê de. Ji xwasteka te jî fêm dikim ku dixwazî hinek zanyariyên zelal bizanibî, ji wan jî bixwazî hinek ji wan ji min werbigrî, lê ez di dema niha de gellek nabim alîkar, çimku ew tişt rasterast çê dibe, niha çê dibe, gellek tişt hene ku hêj ne zelal in.

 

Sûdan welatekî giring e bo navçeyê û ji bo gellek kêşeyên afrîqî ku bi alîkariya hikûmeta Sûdanê hatine çareserkirin, lewma em gellek haydar dibin di vê qonaxê de û em xwe ji alîgirî yan nîşandana pênaseyekê xwe dûr digirin. Di rastiyê de pêwîst e em çaverê bin û têbigihin û bizanin ka dê çi çê bibe. Rûsya hertim dostê Sûdanê bûye û her weke dostê Sûdanê jî dimîne. Têkildarî vê dikarim we piştrast bikim.”

 

Duh pênşemiyê Artêşa Sûdanê di daxuyaniyekê de ragihand ku serokê wî welatî Omer el Beşîr ji kar hatiye dûrxistin û artêşê dest daniye ser rêveberiya welat.

 

Li Sûdanê xelk ji 19ê Kanûna 2018an ve li dijî rêveberiya Serokê Sûdanê Omer el Beşîr, ku dema 30 salan e li wî welatî desthilatdar e, xwepêşandanan dikirin. Gera herî dawî ya xwepêşandanan, ji şemiya bihorî ve dest pê kir û duh di şeşemîn roja wan xwepêşandanan de, dawî li desthilata el Beşîr hat.

 

Di çend rojên bihorî de xwepêşandanên li Sûdanê berfirehtir bûn û hêzên hikûmetê jî bi tundî rûbirûyê xwepêşanderan bûn û bi dehan kes ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Omer el Beşîr ve hatin kuştin. Di tundûtîjiyên herî dawî yên wî welatî de 22 kes hatin kuştin, ku 5 kes ji wan serbazên artêşa Sûdanê bûne.

 

Omer el Beşîr di sala 1989an de bi kûdetayeke leşkerî li Sûdanê desthilat girte destê xwe û di sala 1993an de xwe weke Serokomarê Sûdanê nasand.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
788 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.188 seconds