Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Waşingtonê peywendiyên Amerîka û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Rûdaw

Waşington (Rûdaw) – Tevî ku behsa rêkeftineke li ser Minbicê tê kirin, hêj hûrgiliyên rêkeftina navbera Enqere û Waşingtonê yên li ser wê deverê, ne diyar e. Nûnerê HDPê yê li Waşingtonê diyar dike ku Amerîka daxwazên Tirkiyê yên li ser vê mijarê qebûl nake.

 

Li Amerîkayê peywendiyên navbera Enqere û Waşingtonê hatin gotûbêjkirin. Pisporên li Amerîkayê diyar dikin ku Tirkiye piştî guhertina sîstemê bo serokatiyê, dê bêhtir dema xwe ji bo mijarên navdewletî veqetîne.

 

Nexşerêya Minbicê ku di destpêka meha Hezîranê de rêkeftinek hat kirin, Amerîka û Tirkiye li ser cîbicîkirina wê nexşerêyê çavrêya du daxwazên cuda ne.

 

Li Kongresa Amerîkayê di panelekê de siberoja peywendiyên van herdu welatan û çarenûsa rêkeftina wan hat gotûbêjkirin.

 

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê li Waşingtonê Giran Ozcan ji Rûdawê re diyar kir: “Me dît ku ew peymana ser Minbicê wek Tirkiye got derneket , Amerîka ew qebûl nekir, rêxistinên weke DAIŞê eger talûkeyên wan hebin, ev tê wê wateyê ku hêzên ku li hember DAIŞê şer kirin ew ê li Minbicê bimînin û têkiliya me bi wan re dê berdewam bibe.”

 

Piştî temambûna hilbijartinên Tirkiyê, li gor baweriya çavdêran, Tirkiye dê dema xwe bêhtir ji bo mijarên navdewletî veqetîne û Minbic dê bibe yek ji mijarên sereke yên civînên dîplomatîk ên Tirkiye û Amerîkayê.

 

Parlementerê  berê yê CHPê yê li Parlementoya Tirkiyê Aykan Erdemir ji Rûdawê re ragihand: “Hûrgiliyên nexşerêyê li gel pêşveçûna pêvajoyê, yekalî dibe. Niha hilbijartin temam bûye û hikûmeta Tirkiyê ji aliyê demê ve destê wê vala ye, lê belê di heman demê de divê ev jî were bîra me ku Erdogan bi temamî dibe pişta hevpeymaniya tundrew a rastgiran, Devlet Bahçeli li MHPê girê dide, ev jî wê yekê digihîne ku Erdogan dikeve bin zexta zêdetir a nasyonalîstên Tirkan,  ne tenê li ser wê yekê ku pêngavên mezin li Minbicê biavêje, herwiha jê daxwaza karên zêdetir ji bakurê rojhilatê Sûriyê  dikin.”

 

Heta niha nivîsa nexşerêya Minbicê nehatiye belavkirin, lê tiştê ku ji nexşerêyê hatiye zanîn ew e ku herdu alî li hev kirine ku Artêşa Tirkiyê li herêmê bi agahdariya Amerîkayê dewreya leşkerî encam bide.

 

Amerîka diyar dike ku di nexşerêyê de bernameyeke demê tine ye, lê Tirkiye dibêje, dema wê hatiye ku pêngava duyem a nexşerêyê were cîbicîkirin, ew jî derketina HSDê ji Minbicê ye.

 

Her çiqas Amerîka dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê baştir bike, destjêberdana HSDê di vê demê de, dê bibe sedema nêzîkbûna HSDê bi rejîma Esed ku neyarekî din a Amerîkayê ye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.578 seconds