Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ebadî bo Rûdawê: Ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîstiya me bi hevahengiyeke zêdetir heye

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Heyder Ebadî

Brûksel (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand ku ji bo pêkanîna hikûmetê wan di nav aliyan de pêwîstî bi hevahengiyeke zêdetir heye.

 

Îro pençşemê (12.07.2018) li Brûkselê duyemîn roja birêveçûna civîna lûtkeya NATO, ku têde serkirdeyên welatên endam beşdar bûne berdewam kir.


Yek ji beşdariyên Lûtkeya NATOyê li Brûkselê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di bersiva pirsa payamnera Rûdawê Ala Şallî de wiha got: “Aliyên siyasî di hewldanekê de ne ku bo pêkanîna hikûmetê bigihêjin rêkeftinekê. Iraqiyan pêwîsti bi hikûmetek berfireh û bihêz heye.”


Heyder Ebadî amaje bi wê yekê jî kir ku divê hemû pêkhate di pêkanîna hikûmetê de beşdar bin û got: “Em ji bo avakirina hikûmetê li benda ragihandina encamên dawî yên hilbijartinê ne.”


Ebadî herwiha anî ziman ku Iraqê peywendiyeke bihêz ligel endamên NATOyê hene û alîkariyên NATOyê bo Iraqê berdewam in.


Di berdewamiya axaftina xwe de Ebadî got jî: “Bo pêkanîna hikûmetê pêwîstiya me bi hevahengiyeke zêdetir heye.”

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.625 seconds