Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Sekreterê NY: Divê Iraq di hewayeke demokratîk re derbas bibe

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Antonio Guterres

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir: “Em agahdar in ku li Iraqê li ser encamên hilbijartinan doz hatine vekirin û ji bo me giring e ku Iraq di keş û hewayeke demokratîk re derbas bibe.”

 

Li New York a Amerîkayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê li New Yorkê Mecîd Nîzamedîn Gilî ya derbarê hilbijartinên Iraqê û helwesta Neteweyên Yekbûyî de ragihand: “Em agahdar in ku li Iraqê li ser encamên hilbijartinan doz hatine vekirin û ji bo me giring e ku Iraq di keş û hewayeke demokratîk re derbas bibe.”

 

Antonio Guterres herwiha diyar kir: “Civaka navdewletî  Iraq bi tenê nehiştiye û divê civaka navdewletî alîkariya Iraqê bike.”

 

Guterres wiha axivî: “Ez nizanim gelo cîhanê Iraq jibîr kiriye yan na, lê min Iraq jibîr nekiriye. Her weke ku dizanî Iraq yek ji welatên nadir e ku heta niha min serdana wê kiriye, herwiha min hevserokatiya konferansa navdewletî kir ku li Kuweytê ji bo piştgiriya Iraqê û avakirina Iraqê hat sazkirin. Ji ber vê yekê ji bo min îstiqrara Iraqê û sirûşta demokrasiya Iraqê û sirûşta dûr ji mezhebiyetê ya Iraqê, beşdariyeke sereke ye ji bo hemû navçeyê û ji bo aştî û asayişa cîhanê. Ji ber vê yekê ez bawer im divê hemû civaka navdewletî bi temamî beşdarî piştgirîkirina Iraqê bibin di vê pêvajoyê de ku niha birêve diçe.”

 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir: “Her weke dizanî, piştî hilbijartinan hinek doz hebûn û niha jî di vê pêvajoyê de lidûvçûn tê kirin. UNAMI bi hemû şêweyan beşdar e, ne wek diyarkirina arasteyan û ev pêvajoyeke Iraqî ye, piştgirîkirina temamê Iraqê ye da ku dilniya bibin ji wê yekê ku Iraq bi awayekî baş bi van aloziyên niha pêngav diavêje.”



Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.453 seconds