Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Khalilzad: Qasim Sulêymanî Heşda Şeibî han dide ku êrişî Kerkûkê bike

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2017
Qasim Sulêymanî li gel hêzên Heşda Şeibî, wêne: arşîv.
Qasim Sulêymanî li gel hêzên Heşda Şeibî, wêne: arşîv.
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Amerîka yê li Iraqê Zalmay Khalilzad ragihand, Fermandeyê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve Qasim Sulêymanî li Iraqê ye û Heşda Şeibî han dide, ku êrişî ser Kerkûkê bike.

Zalmay Khalilzad li ser hesaba xwe ya twitterê rexne li Îranê digire û wî welatî tohmetbar dike, ku dixwaze bi rêya Heşda Şeibî êrişî ser Kurdistanê bike.

Khalilzad dibêje: "Fermandeyê Hêza Quds (a Supaya Pasdaran) Qasim Sulêymanî li Iraqê ye û Heşdiyan han dide ku êrişî Kerkûkê bikin."

Khalilzad herwiha daxwaz ji Waşingtonê dike ku bê helwest nemîne û dibêje: "Rola bi bandor a Amerîkayê pêwîst e ji bo ku rê li pevçûnê bigire."

Balyozê berê yê Amerîka yê li Iraqê amaje bi egera zêdebûna aloziyan dike û destnîşan dike: "Egera çêbûna aloziyan di navbera hêzên Iraqê û Kurdistanê de ber bi zêdebûnê ve diçe."

Hişyariya Zalmay Khalilzad derbarê egera çêbûna şer di navbera hêzên pêşmerge û hêzên iraqî û bi taybet Heşda Şeibî de, di demekê de ye, ku şeva bihorî 11ê Cotmehê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyniyekê de ragihandibû, ku "peyamên gefê ji hêzên Iraqê gihîştine me."
 
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandibû, peyamên tund û metirsîdar ji hêzên iraqî gihîştine wan ku dixwazin êrişeke mezin bikin ser başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê.
 
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê wiha gotibû: "Peyamên metirsîdar ji hêzên iraqî digihîjin me, di nava wan de Heşda Şeibî û Polîsê Federalî amadekariyan dikin bo êrişeke mezin li başûr û rojavayê Kerkûkê û bakurê Mûsilê bo ser Kurdistanê."

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.688 seconds