Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, Waşington hewl dide ku kurdên Rojavayê Kurdistanê di danûstandinên taybet bi pêşeroja Sûriyê de beşdar bin.
Mike Pompeo di Peymangeha Jeo Bo Asayişa Niştimaniya Amerîkayê de gotarek pêşkêş kir û têde behsa pêwendiyên Waşingtonê li gel kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêşeroja Sûriyê kir.
Pompeo ragihand, rêveberiya Donald Trump ji nêzîk ve li gel kurdên Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) xebitiye û ew hevbeşekî giring in.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê di axavtina xwe de herwiha got, Waşington niha kar li ser wê yekê dike, ku Kurd di danûstandinên pêşerojê yên taybet bi çarenivîsa Sûriyê de beşdar bibin.
Mike Pompeo di vê derbarê de got: “Têkşikandina DAIŞê weke armanca sereke her dimîne, lê belê du armancên din jî hene, ew jî çareseriyeke aştiyane û siyasî bo qeyrana Sûriyê û nemana hêzên Îrnaî û hêzên nêzîkî Îranê li Sûriyê ne.”
Yekemîn pêwendiya navbera Amerîka û kurdên Rojavayê Kurdistanê di sala 2014 û dema êrişa DAIŞê bo ser Kobanê de dest pê kir. Di Îlona 2014 de Amerîkayê ku serkêşiya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê dikir, bi rêya bombebarankirina pêgehên DAIŞê li Kobanê û derdora wê, dest bi alîkariya bo kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.
Niha jî derdora 2 hezar serbaz û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê di nava axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de hene û li ser alîkariya bo hêzên Kurdî û bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam in.