Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Lavrov: Amerîka dixwaze nîvdewletekê li Sûriyê ava bike

Ji aliyê RÛDAW 13-2-2018
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, Amerîka naxwaza ji Sûriyê derkeve.

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, Amerîka dixwaze li rojhilatê Çemê Firatê nîvdewletekê ava bike û diyar kir, Amerîka naxwaze ji Sûriyê derkeve û li gorî texmînên Moskowê, Waşington dê heta hetayê li Sûriyê bimîne.

 

Di konferanseke rojnamevî de li Moskowê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li ser krîza Sûriyê, rola kurdan li Sûriyê û çareserkirina krîza li wî welatî û herwiha geşedanên herî dawî li wî Sûriyê axivî. Sergey Lavrov da xuyakirin, ku eger Kurd tevlî pêvajoya siyasî ya Sûriyê nebin, kirîza li wî welatî nayê çareserkirin û got, divê Kurd di çareserkirina krîza Sûriyê de rol bibînin.

 

Lavrov derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li ser axa Sûriyê û armancên Waşingtonê de jî diyar kir, Amerîka naxwaze ji Sûriyê derkeve û li gor ku Rûsyê fêm kiriye, Amerîka dê heta hetayê li Sûriyê bimîne.

 

Lavrov got: “Bi nerîna min, Amerîka naxwze bi wan rêyan tevbigere yên ku aliyên din bikar tînin, ew hewl dide, bi rêyên gavên metirsîdar de tevbigerin. Ew gav jî wisa têne dîtin, ku Amerîka dixwaze li beşeke mezin ê Sûriyê,  li rojhilatê Çemê Firatê heta sînorên Iraqê nîvdewletekê bide avakirin .Ev jî wê yeke tîne bîra mirov, ku Amerîka dixwaze xaka Sûriyê parçe bike. Lê niha me ji hevlabendên xwe yên Amerîkî derbarê mana wan a li Sûriyê de fêm kir. Ew ji me re dibêjin ku, emê heta wê demê li Sûriyê bimînin, heta ku erkên wan ên leşkerî bidawî neyên û pêvajoya siyasî cih negire, ya ku bi dilê Amerîkayê nebe ew ji Sûriyê dernakevin, ew jî vê wateyê dide ku rejîma Sûriyê nehê guhartin, ew dernakevin. Lê bi giştî gumanên me yên wiha hene ku, li gor hinek nîşanan ku niha ezê ji we re bêjim, Amerîka naxwaze ji Sûriyê derkeve û dixwaze demeke dirêj li Sûriyê bimîne û bo heta hetayî li Sûriyê bimîne.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi helwesta neyênî ya Tirkiyê ya li hember hêzên Kurdî yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û êrişa Artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê kir û got, ew helwesta Tirkiyê helwesta rasteqîn a wî welatî ye. Bi gotina Sergey Lavrov divê helwesta Tirkiyê neyê piştguhxistin, çimku piştguhxistina wê yekê di çarçoveyeke siyaseteke dûrbîn û pragmatîkî de nîne.

 

Lavrov got: “Em hemû dizanin, Tirkiya bi çi awahî nêzîkî hêzên Kurdan dibe ,mirov dikare di hemû rengekî li ser helwesta Tirkiyayê şirove bike,lê helwesta Tirkiyê ,helwesteke rasteqîne ye û mirov were wê helwestan Titrkiyê piştguh bixe ,ev jî wê yekê dide nîşandan, ku mirov çiqasî siyaseta dûrbîn danarêje .Encamên nedurbîniya wê siyasetê niha em bi hev re dibînin. Artêşa Tirkiyê li herêma Efrînê operasyona leşkerî da destpêkirin.”

 

Di beşeke din a axavtina xwe de, Sergey Lavrov tekezî li ser helwesta Moskowê ya ji bo piştgirîkirina beşdariya kurdan di danûstandinên ji  bo çareseriya krîza Sûriyê kir û destnîşan kir: “Ez dixwazim di heman demê de destnîşan bikim ku Rûsya ji destpêkê ve çawan alîgirê wê yekê bû, ku divê Kurd beşdariyê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de bikin, Rûsya dîsan jî li ser wê helwesta xwe rijd e, ji ber ku Kurd beşek in ji civaka Sûriyê. Eeger Kurd beşdariyê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de nekin, em dê nikarbin bi temamî krîza Sûriyê li ser bingeheke saxlem çareser bikin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
777 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 17 demjimêr berê | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| Duh vî demî 11:16 | (1)
Deniz Deniz | 2018-02-22 6:29:49 AM
Van rojname ji ber tirs, xof û berjewendiya aborî kurdî betalkirin. Rojnameya Welat a tekane li tirkiye weşana kurdî dike dewam dike... Ger zextên...
AZAD21 | 2018-02-22 6:44:01 AM
KA KÎ LI VIRA DEST WE DIDI? BALA XWE DIDIM PIRANÎYE ŞÎROVA TIRKÎ TÊ NIVÎSANDIN... WERIN HERGAV ŞIROVE XWE BI KURDÎ BINÎVSÎNÎN. ALÎYE TIRKÎ BITERKÎNÎN.
Rojnameyên Amedê rûpelên xwe yên Kurdî rakirin
| Duh vî demî 09:07 | (2)
Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| 21-2-2018 | (1)
0.406 seconds