Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Parlamentoya Brîtanya rêkeftina Brexitê red kir

Ji aliyê RÛDAW 13-3-2019
Bo cara duyem, parlamentoya Brîtanyayê rêkeftina derketina ji Yekîtiya Ewropayê red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Brîtanyayê bi piraniya dengan û bo cara duyem rêkeftina derketina wî welatî ji Yekîtiya Ewropayê red kir.

 

Serokwezîra Brîtanya, Theresa May ragihand ku wê gellek hewl dane heya ku parlamentoya welatê xwe razî bike lê wan bi dengê Na, rêkeftina derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê red kirin.

 

Li parlamentoya Brîtanyayê, 391 palamentaran dengê Na bi kar anîn û tenê 242 parlamentarên din jî dengê Erê bi kar anîn, lewma rêkeftina sererastkirî ya Brêkzîtê (Brexit) bo cara duyem ji aliyê parlamentoya Brîtanyayê ve hate redkirin.

 

Di gotara xwe de li parlamentoya wî welatî, Serokwezîra Brîtanya, Theresa May ragihand, pêwîst e Brîtanya bi rêkeftinê ji Yekîtiya Ewropayê derkevin. May got: Em kar dikin ji bo ku bi awayekê baş ji Yekîtiya Ewropayê derkevin.

 

Serokwezîra Brîtanyayê herwiha ragihand, ew dê bijardeya duyem goûbêj bikin, ku ew jî derketina ji Yekîtiya Ewropayê bi bê rêkeftina li gel vê yekîtiyê ye.

 

Ji aliyê xwe ve Serokê Partiya Kar Jeremy Korbin ragihand, rêkeftina Brîkzetê mirî hate dunyayê, û divê rêkeftineke nû were encamdan.

 

Serokê Partiya Kar herwiha aşkere kir, di derbarê derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê de, ew dê planeke nû pêşkêş bikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
550 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds