Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Trump biryareke dijî Îranê bo saleke din jî dirêj kir

Ji aliyê RÛDAW 13-3-2019
Serokê Amerîkayê, Donald Trump
Serokê Amerîkayê, Donald Trump

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê, rewşa awarteya niştimanî li hember Îranê bo saleke din jî dirêj kir.

 

Donald Trump di nameyekê de bo kongrêsa Amerîkayê, Îran weke gefeke ciddî li ser Amerîkayê bi nav kir û ragihand, ew rewşa awarteya niştimanî li hember Îranê bo maweya saleke din jî dirêj dike.

 

Trump di vê nameya xwe ya bo Kongrêsê de daye xuyakirin, ji bo parastina siza û dorpêçên li dijî Îranê, bi sedema piştgiriya Îranê li komên terorîstî û herwiha ji ber ku bernameyên mûşekî û etomî yên Îranê gefên pir ciddî ne bo ser ewlehiya netewî ya Amerîkayê, wî biryar daye ku rewşa awarteya niştimanî li hember Îranê bo saleke din dirêj bike.

 

Serokê Amerîkayê, derketina Amerîka ji rêkeftina etomî ya li gel Îranê jî vedigerîne bo gefên wî welatî bo ser ewlehiya Amerîakyê û dibêje: “Biryara derketina Amerîka ji rêkeftina etomî jî jbo rêgirî ji çalakiyên etomê û mûşekî yên Îranê bû ku gefek e mezin li ser ewlehî, aborî û siyaseta derve ya Amerîkayê çê dikin.”

 

Ew biryar di sala 1995an de bi fermana serokê wê demê yê Amerîka, Bill Clinton hatibû dayîn û ji hinge ve heta niha hemû serokên Amerîkayê sal bi sal ew biryar dirêj kirine.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Amerîka, Donald Trump, Îran
556 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds