Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîka: Hevpeymaniya dijî Îranê nêzîk e ku pêk bê

Ji aliyê RÛDAW 13-3-2019
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka hewl dide, ji bo rûbirûbûna çalakiyên Iranê, hevpeymaniyeke serbazî li Rojhilata Navîn pêk bîne û dibêje, di vê derbarê de pêşketin jî çê bûne.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo ragihandiye, di pêkanîna hevpeymaniya ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn de, dê di çend mehên bê de pêşketinên berçav çê bibin.

 

Li gor çavkaniyên Koşka Spî, ew hevpeymanî bi beşdariya çend welatên Rojhilata Navîn û bi armanca rûbirûbûna desthilata Îranê li navçeyê tê pêkanîn.

 

Koşka Spî dibêje, alîkarî û hemahengî ligel wan welatan di warên bergiriya mûşekî, perwerdeya leşkerî û rûbirûbûna terorê de, û herwiha mirên din ên weke piştgiriya pêwediyên aborî û dîplomatîk bo wan welatan, karên herî li pêş ên wê hevpeymaniyê ne.

 

Bi gotina berpirsên Amerîkayê, ew hevpeymanî dibe NATOya Erebî bo welatên Erebî yên hevpeymanên Amerîkayê û bi wê yekê hewl tê dayîn, ku rê li destwerdanên Îranê li welatên Rojhilata Navîn bê girtin.

 

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê di vê derbarê de dibêje: “Hevpeymaniya li Rojhilata Navîn tekezkirina me li ser rûbirûbûna dijminkarî û teror û tundrewiya Îranê ye, armanc jî aştî ya li Rojhilata Navîn e.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.187 seconds