Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Konferansa sêyem a Brukselê ya li ser Sûriyê birêve çû

Ji aliyê Zinar Şîno 13-3-2019
Rûdaw

Bruksel (Rûdaw) - Li Bruksela paytexta Belcîkayê, derbarê Sûriyê de konferansa sêyem birêve çû û têde 85 welat û rêxistinên navdewletî beşdar bûn ku nûneratiya welatên xwebexş û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dikin.

 

Di konferansê de pirsa alîkarîkirina welatên ku pêşwaziya penaberên Sûriyê kirine hate gotûbêjkirin û dê alîkarî pêşkêşî wan welatan bikin, daku barê ser milê wan sivik bikin, bi taybetî Tirkiye, Libnan û Urdin û herwiha Herêma Kurdistanê.

 

Di konferansê de hejmarek ji kesayetiyên Sûrî jî beşdar bûn, yên weke parêzer Enwer Bûnî. Bûnî ji Rûdawê re ragihand, ku li Ewropayê doz li dijî gelek berpirsên Sûriyê vekirine û biryara girtina wan jî hatiye derxistin.

 

Çalakvana mafên girtiyan a Sûrî Nûra ku hevjînê wê hatiye girtin û piştre bi kuştî jê re hatiye şandin, ji Rûdawê re diyar kir: “Ne ji rewşa navdewletî ya tevlihev bo krîza Sûriyê ba, em neçar nedibûn berê xwe bidin bidestxistina alîkariyan, şêweya alîkariya wan bo me ne zelala e, ew alîkariya hin projeyan dikin û hevsoziya xwe jî nîşan didin, ew li gor siyaset û berjwendiyeke diyarkirî piştgiriya hin kesan û projeyan dikin.”

 

Enwer Bûnî navekî naskirî ye di parastin û parêzeriya mafên mirovan de li Sûriyê, wî li Almanya û çend welatên din ên Ewropî gilî tomar kirine, ew ji serederiya aliyê dadwerî ya Ewropayê razî ye.

 

Parêzerê Sûrî Enwer Bûnî destnîşan kir: “Bi nerîna me bersivdanek bi dilê me heye, weke qebûlkirina dozan ji aliyê dadweriyê ve ku razî bûye deshilata xwe ya cîhanî bikar bîne, biryarên girtinê hatin standin, biryara girtina pileyên ast bilind yên eminî li Sûriyê hatin standin, di serî de Elî Memilûk, Cemîl Hesen, Ebidulselam Fecir Mehimûd û hin kesên din jî ku hîn yadaşita girtina wan bi eşkere nehatiye belavkirin.”

 

Dîplomatkar û Balyozê berê yê Belcîkayê Marc  Otte, karê Ewropiyan ji bo pirsa Sûriyê bilind dinirxîne û dibêje: “Ewropa pir li Sûriyê beşdar e, bi awayekî sereke alîkariyan pêkêş dike û bo civakên kokal aramiyê bicî tîne, Ewropî di nava tîmên danûstandinê yên Netewên Yekbûyî de bûn û ji bo bicîkirina biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Sûriyê de pir çalak bûne.”

 

Di nav nûnerên van saziyan de ji navxweya Sûriyê kes beşdar nebûye û nêrîna wî xelkê li wê derê nayê bihîstin, Kurdên ku beşdarî konferansê bûne jî ji tiliyên destekî derbas nakin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Konferans, Bruksel, Sûriye
709 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds