Sûriyê bersiveke tund da Amerîkayê

13-04-2018
RÛDAW
Nîşan Sûriye NY Amerîka
A+ A-

New York (Rûdaw) – Nûnerê hikûmeta Sûriyê li NY Beşar Ceferî ragihand, ku eger li ser wan êrîş bibe ewê berevaniyê ber axa Sûriyê de bikin.

 

Beşar Ceferî di dema civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li New Yorkê de axivî û Amerîka bi dijminatiya gelê Sûriyê tometbar kir.

 

Ceferî li ser tometkirina hikûmeta Sûriyê got, ku Amerîkayê li Sûriyê 50 caran çekên kîmawî bikar aniye û got: “Amerîka hemû baregehên kîmawî li Sûriyê armanc kirine. Ew çekdaran perwede dike da êrîşê Sûriyê dike. Herwiha li Reqayê jî bi hezaran sivîl kûştine.”

 

Beşar Ceferî rexne li helwesta Brîtanya û Fransayê jî girt û diyar kir: “Amerîka planên xwe yên li dijî mirovahiyê ji bîr dike. Fransa aliyên piştgiriya terorê dikin ji bîr dike.”

 

Bi gotina Ceferî hikûmeta Sûriyê ji bo lêkolînan tîmek şandiye bajarê Dûma ya Şamê.

 

Nûnerê Sûriyê gefên Amerîkî şermezar kir û got: “Divê Encûmena Asayişa Navdewletî bi erkê xwe rabe û aramiyê bîne Sûriyê. Yên dijminahiya me dikin bila li xwe vegerin.”

 

Beşar Ceferî da xuyakirin: “Eger êrîşî me bikin emê berevaniyê ber axa Sûriyê de bikin. Dengê mafan ji dengê mûşekên Amerîkî bilindtir e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst