Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Karvedanên bûyerên li Sudanê berdewam in

Ji aliyê RÛDAW 13-4-2019
Welatên Ewropayê bi hûrî çavdêriya rewşa Sûdanê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî guhertinên sê rojên bûrî yên bilez li Sûdanê, welatên cîhanê niha mijûlî pêdaçûn û rêkxistina peywendiyên xwe ne ligel Xertûmê.

 

Welatên Ewropayê bi hûrî çavdêriya rewşa Sûdanê dikin û Brîtanya daxwaz dike ku berpirsên leşkerî rêyeke baş ji bo veguhastina desthilatê ji bo desthilateke sivîl û demokrasiyê bê dîtin. Herweha Amerîka jî daxwaz dike ku rê bi beşdariya xelkê bê dayîn. Çîn jî ragihand, çi li Sûdanê çêbibe, ew peywendiyên xwe bi Xertûmê re qut nakin.

 

Umer Beşîr ji aliyê fermandarên leşkerî yên Sûdanê ve ji ser desthilatê hat dûrxistin û beşekê ji civaka navdewletî jî helwêsta xwe ya derbarê vê bûyerê de pêşan da.

 

Balyoza Brîtanyayê Li Neteweyên Yekbûyî Karen Price  got: "Ti zanyariyên min ên nû bo we nînin, lê bi zelalî ji we re bibêjim ku em gelekî ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Sûdanê dikin. Girîng e ku tundûtûjî nîne, lê girîng e jî heta zûtir be, rêyeke vegera bo desthilata sivîl û demokratîk hebe."

 

Çîn, wek herdem di çarçoveya peywendiyên diplomatîk ên teqlîdî de tevdigere û ragihandiye ku Sûdan çi di serdema Beşîr de be yan her kesekî din desthilatdar be, Pekîn peywendiyên xwe ligel Xertûmê qut nake.

 

Derbarê vê yekê de Berdevkê Wezareta Derve ya Çînî Lu Kang   wiha axivî: “Çîn ji nêzîk ve çavdêriya pêşhateyên Sûdanê dike. Ji qedîm ve peywendiyên me yên dostane yên asayî ligel Sûdanê hebûne û rewşa Sûdanê her corek be, pêbendbûna me di asta pêşdebirina peywendiyên me û hevkariya me ligel Sûdanê, berdewam dibe."

 

"Divê desthilata veguhêzer li Sûdanê li ser xwe be û rê bide xelk beşdarî hikûmetê bibin", ev helwêsta Wezareta Derve ya Amerîkayê ye.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert  Palladino  jî got: “Wilayetên Yekbûyî divê li ser daxwaza xwe ya ji desthilata raguhêzer ku li ser xwe be berdewam be. Gelê Sûdanê vekirî gotin ku qonaxeke raguhêzer a sivîl dixwazin û divê rê li ber wan bê vekirin ku di dema kêmtir di du salan de wî karî bikin."

 

Li Sûdanê guhertinên siyasî bilez diqewimin, bêyê ku sedem diyar bin, Ewiz Ewif dest ji postê Serokê Encûmena Leşkerî ya Raguhêzer kişand û Ebdûlrehman Burhanî wek serokê nû yê encûmenê ragihand. Lê pêngavên encûmenê, wiha naxuye cihê razîbûna beşê zêde yê xwepêşanderan be.

 

Lijneya Serpereştîkirina Xwepêşanderan ragihand ku heta niha Encûmena Leşkerî ti tedbîrek dijî Beşîr wernegirtiye û ev jî gumanê dixe ser encûmenê û armancên wê yên rasteqîne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Sûdan, Amerîka, Çînç, Ewropa
745 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.156 seconds