Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Cezayîrê xwepêşandan dijî serokê demkî berdewam in

Ji aliyê RÛDAW 13-4-2019
Xwepêşander daxwaza guhertina hemû desthilata siyasî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Cezayîrê xwepêşandanên li dijî serokê demkî yê wî welatî berdewam in û di xwepêşandanan de alozî di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de derketin û di encamê de 27 polîs birîndar bûne.

 

Li gorî gotina rêveberiya polîsan ê bajarê Cezayîrê, di dema xwepêşandanan de zêdetir ji 100 xwepêşander jî hatine girtin. Ev 8 hefte ne ku li wî welatî nerazîbûnên li dijî Ebdûlqadir  bin Salih berdewam in, lê heya niha proseyekî zelal li pêşiya wî welatî tune ye.

 

Herçiqas Buteflîqe bi tevahî di dîmenê siyasî yê Îsraîlê de nemaye, lê Cezaîrî dibêjin, hevawayên Buteflîqe di desthilatê zêde ne û Serokê demkî yê wî welatî Ebdûlqadir Salih jî yek ji wan e û divê hemû biçin.

 

Xwepêşanderê Eyûb Mihemed dibêje: “Ev gel aştîxwaz e. Her în em pêşanî cîhanê didin ka çiqasî aştîxwaz in, tiştekî naşkînin û qet tiştekî jî wêran nakin. Tenê em dixwazin hemû biçin û eger hinekî kerameta wan hebûya diçûn, Ebdûlqadir Bin Salih û yên din jî."

 

Xwepêşandanên beşa herî zêde ya Cezaîriyan, saziyên leşkerî yên wî welatî xistine bin guşarê û rûbirûbûna zêde ya niha ya Cezaîr di navbera civak û leşkeran de ye. Heta niha fermandarên serbazî bi radestkirina desthilatê û guhertina berpirsên hikûmetê razî nebûne û xwepêşander jî li ser ya xwe pêdagirin ku divê hikûmet ji binî ve bê guhertin.

 

Xwepêşander Mîkî  jî wiha got: “Pêdiviya me bi te nîne. Divê biçî. Em ji we natirsin. Destpêkê me bi aştiyane destpê kir, lê niha hun me bêzar dikin, haya me ji hemû tiştekî heye. Dawiya we hatiye û divê biçin, biçin û dest jê berdin."

 

Lewra di 8emîn hefteya xwepêşandanan de, şer û alozî di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de çêbû û polîsê Cezaîrê ragihand ku nêzîka 27 kesan ji hêzên ewlekariyê bi destê xwepêşanderan birîndar bûne û li beramber zêdeyî 100 xwepêşander hatine girtin.

 

Saziya Ewlekariyê ya Cezaîrê dibêje: "Kesên biyanî û terorîst ku çek ligel wan bûne û plana tawanan danîbûn, di nav rêza xwepêşanderan de hatine girtin." Ev jî dibe ku tevgera siyasî û şêwazê milmilaneya navbera desthilat û beşa herî zêde ya Cezaîriyan, ber bi aliyekî din de bibe.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds