Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Rûsyayê Roja Niştimanî ya Asmangeriyê hate pîrozkirin

Ji aliyê Kamîz Şedadî 13-4-2019
Yûrî Gagarîn beriya 58 salan çûye valahiya asmanan

Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê Roja Niştimanî ya Asmangeriyê hat pîrozkirin û di merasîman de Yûrî Gagarîn hat bîranîn ku 58 sal beriya niha weke yekem kes di dema Yekîtiya Sovyetê de bi keştiya bi navê Vostok ber bi valatiya esman ve firiya ye û ji bo dema 108 deqîqeyan li esman maye û di wê demê de jî carekê li dora cîhanê geriya ye.

 

Li Rûsyayê Roja Asmangeriyê tê pîrozkirin. Pîrozbahî girêdayî bi boneyî yekemîn li cîhanê firîna mirovê li Fezayê ye, ku 58 sal beriya niha, ji aliya welatiya Yekîtiya Sovyetê Yûrî Gagarîn hatibû encamdan.

 

Yûrî Gagarîn bi keştiya Vostok  bi tenê 108 xulek li fezayê ma û  di wê maweyê de tenê careke li dor cîhanê zivirîya.  Lê ew li pêş tevaya mirovahiyê qonaxeke nû, qonaxa Fezayê vekir.Firîna Yûrî Gagarîn li fezayê ji bo mîlyonan ciwanan bû jêdera îlhamê  ji bo  xegihandina asta bilind di civakê de.

 

Şêniyê Moskow dibêje: “Ji bo min Yûrî Gagarîn beriya her tiştî mirovê gerstêrka Cîhanê ye, ku rêya ber bi Fezayê vekiriye. Û ez weke mirovekî rûs, welatiya Sovyetê û Rûsyayê, ez pir pê şanaz im ku Gagarîn hevwelatiyê min e."

 

Di Roja Asmangeriyê de piraniya şêniyên Moskow serdana Mûzeya Fezayê dikin. Astronotê navdar Fedor Yûrçîxîn, ku 5 caran firiya Fezayê û bûye Lehengê Rûsyayê, ezmûnê xwe bi  serdêran re parve dike.

 

Astronot, Lehengê Rûsyayê Fedor Yûrçîxîn jî got: "Di zaroktiyê de, li taxê me dema em dilîstin, min her tim van gotinan dibihîstin, digotin `kê serbikeve ew Gagarîn e!` Gagarîn, Gagarîn, Duyemîn Tîtov, sêyemîn Nîkolayev û yê din. Me nave hemû astronotan dizanî. An ku, ji bo min, bi ser ketin û bûn Gagarîn, dibe ku ser her tiştê bû. Lewma jî, ji temana herî biçûk de, di wan salên pêxas ên zaroktiyê de xeyala Fezayê  di mêjiya min de bi cih bûbû. "

 

Firîna dîrokî ya Gagarîn bû destpêka lêkolînkirina fezayê ji bo berjewndiya mirovatiyê. Piştî wê firînê di maweyeke kurt de mirov pê li Heyvê jî kir. Û niha jî mirov berê xwe daye  Merîxê.

 

Derbarê vê yekê de jî Fedor Yûrçîxîn wiha axivî: "Di heyama deh salên pêş me de, dibe ku em dê nave wan astronotan bibihîzin, ku pê li rûberê Heyvê bikin. Lê Merîx hinek zehmet e. Ji ber ku Merîx dûrtir e. Lewma jî di serîde dive robot biçin Merîxê, paşê dibe ku mirov bifire."

 

Ji roja firîna Yûrî Gagarîn li Fezayê, ta roja îro ji 40 welatan nêzî 560 mirov rêwîtiya fezayê kirine.

 

Di serdema Sovyetê de hema bêje xeyala her kurikê ew bû ku bibe astronot, ji ber ku perwrde û handan di wê  hêlê de bû. Di wan salên dawî de li Rûsyaya hevdem de jî hewil tê dayîn ku bala zêdetir zarokan bikşînin ser esmangeriyê.

 

Şêniya Moskow Marîna Kulîkova jî anî ziman: “Kurê min gelek hez ji Feza, asiman, stêrk û  gerstêrkan dike. Her tişt bala wî dikşîne, damzrîna Erdê jî. Lewma jî dixwaze ew jî bifire Fezayê. weke Yûrî Gagarîn! "

 

Roja îro bi dehan dewlet xwedî bernameyên fezayîne. Lê Rûsya weke mîratgira Yekîtiya Sovyetê, ku beri hemûyan riya fezayê vekiriye, navên   zanyar û astronotên xwe jî abadîn kiriye.

 

Endazyarê moşeksaziyê Vladîslav Varfolomeyev got: "Belê, roja firîna Gagarîn li cem me cejneke fermi ye. Bi nêrîna min rêzgirtina herî giring ji bo wî camêrî jî ew e!"

 

Fezanasî û teknîka fezayî çendîn salin ku alîkarî didin mirovatiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi guherîna avhewayê, ewlehiya xwurekê, tenduristiya global û arîşeyên din. Û zanyar pê bawerin, ku bi pêşveçûna teknolojiya nû ve jî, esmangerî dê asoyên hîn dûrtir fetih bike. Lewre, çavê mirov her ji ezelîtî  li asimanan e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.187 seconds