Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE – Li Amerîkayê ragêşiya li ser peykerê

Ji aliyê RÛDAW 13-8-2017
517 hatiye dîtin

AFP (Rûdaw) – Li bajarê Charlottesville ya wîlayeta Virginia ya Amerîkayê, li dijî plana rakirina pekyerê Fermandarê Artêşa Konfederasyonê General Robert E. Lee, xwepêşandan hate saz kirin. di dema xwepêşandanan de di navbera du koman de şer û alozî derket.

 

Duh 12-08-2017, li nêzîkî peykerê fermandarê leşkerî Robert E. Lee xwepêşandanek hate li dar xistin û beşek ji xelkê wî bajarî daxwaz kirin, ku peykerê Robert E. Lee were rakirin. Lê li hember wê xwepêşandanê, xwepêşandaneke din jî bi rê ve çû û wan jî xwestin ku peyker bimîne û her du alî bi hev ketin û bi dar û çoyan şer kirin.

 

Di dema aloziyê de kesek otomobîla xwe ajote ser xwepêşanderên ku dixwestin peyker were rakirin.

 

Ji ber bûyerê Serokê Şaredariya Charlottesville “rewşa awarte” ragihand û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi tweetekê ji gel xwest ku aram bibin.

 

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku di dema bûyeran de kesekî canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

 

 

0.141 seconds