Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Apple iPhone X û iPhone 8 da nasîn

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
iPhone X û iPhone 8
iPhone X û iPhone 8

Navenda Nûçeyan - Applea saziya teknolojiyê ya Emrîkayê telefonên xwe yên iPhone X, iPhone 8 û iPhone 8 Plus ên nû û saeta xwe ya Apple Watch 3 ve Apple TVya taybetiya wê ya 4Kyê heye da nasîn.

 

Appleê li avahiya xwe îdareya navendî ya li Kalîforniyayê merasima danasînê lidar xist û derbarê têlefonên xwe yên nû da agahî da.

Appleê di hezîrana 2007an da modela ewil a iPhoneyê dabû nasîn û ji wê demê 10 sal derbas bû û ji bo vê jî navê iPhone Xê danî IPhone 10.

Appleê diyar kir ku rûyê iPhone Xê 5,8 inch e (14,7 cm) û tevahiyê rûyê wê ji koşekî hetanî koşeyê din (edge-to-edge) tê bikaranîn.

Li ser rûyê iPhone Xê ciyê ku bi tiliyan pêlê dikin tune, rûyê telefonê bi teknolojiya "super retina display"ê hatiye çêkirin.

Di pêşkêşiyê de hat diyarkirin ku iPhone X bi saya tenolojiya ewlehiyê dikare serûçavên merivan qeyd bike (Face ID) û merivan bibîne û vebe, wek mayîn jî di tariyê da jî dixebite.

Hat ragihandin ku Face ID li gor Tuch IDyê 20 qatî zêdetir ewledar e û bi Apple Pay û bernameyên din ra jî bi hêsanî dixebite.

Wek mayîn hat destnîşankirin ku iPhone X li gor iPhone 7ê 2 saetan zêde dixebite, bêyî kablo tê şarjkirin û du kamerayên wê hene û qelîteya wan 12 megapîksel e.

Hat ragihandin ku rengê paşiya iPhone Xê gewrê fezayê û gewrê vekirî ye û ew ê di mijdarê da li Amerîkayê bi 999 dolaran bê firotin.

iPhone 8 û iPhone 8 Plus

Appleê modelên xwe yên iPhone 8 û iPhone 8 Plusê jî dan nasîn.

Di pêşkêşiyê da hat ragihandin ku rûyê iPhone 8ê 4,7 înch e (11,9 cm) rûyê iPhone Plusê jî 5,5 înch e (14 cm) û herdu model jî bêyî kablo tên şarjkirin.

Wek mayîn hat gotin ku qelîteya herdu modelan jî 12 megapîksel e.

Di pêşkêşiyê da hat diyarkirin ku ew ê di 22yê îlonê da li DYAyê iPhone 8ê bi 699 dolarî û iPhone 8 Plusê jî bi 799 dolarî bifiroşin. Rengê van modelan jî zêrîn, gewrê vekirî, gewrê fezayê ne.

Apple Watch 3 û Apple TV 4K

Appleê bal kişand ku êdî dikarin Apple Watch 3yê bêyî têlefon jî bi kar bînin.

Di pêşkêşiyê da hat destnîşankirin ku bikarhêner êdî dê bikaribin bêyî girêdana telefonê Apple Watch 3yê bixebitînin, pê bi têlefonê biaxivin, li muzîkê guhdarî bikin û Sîriyê bi kar bînin.

Apple di pêşkêşiyê da diyar kir ku ku îsal li gor sala par firotina Apple Watchê ji sedî 50 zêde bû.

Hat ragihandin ku ew ê Apple Watch 3yê di 22yê îlonê de  li Amerîkayê bi 329 dolarî bifiroşin.

Nîşankirin :
508 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.39 seconds