Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

‘Rûsyayê zimanê xwe li hemberî Tirkiyê tûj kiriye’

Ji aliyê Kamîz Şedadî 14-2-2018
Rûdaw

Moskow (Rûdaw) - Xemsariya Kremlînê li hember êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê didome. Lê lewaz be jî di wan rojên dawî de, bangawaziyên sînordarikirina tevgera serbazî jî tê kirin.  Di zimanê ragihandina Rusî de jî li ser Rojavayê Kurdistanê guhertinik tê çavdêrîkirin.

 

Diplomatê Rûs Nîkolay Platoşkîn dibêje, piştî ku li Sûriyeyê balafira Su-25 a Rûsî hat xistin, niha Moskow daxwaze  ku Enqere di pratîkê de niyeta xwe ya aştî û aramiyê li herêmê nîşan bide.

 

Derbarê mijarê de Nîkolay Platoşkîn ji Rûdawê re wiha got: “Rûsya dibe ku zimanê xwe li hember Kurdan zêde nerm nekiribe jî, li hember Tirkiyê pir tûj kiriye. Vê gave hem li Moskow, hem li Washingtonê û Ewropayê nerazîbûn li dijî siyaseta Tirkiyê her ku diçe zêdetir dibe. Ji Tirkiyê tê daxwazkirin ku divê hejmara qurbaniyan sînordar be. Herwiha  ji bo ku çalakiya wan li Sûrî bê sînorkirin, temasên di navbera Moskow û Enqerê de jî berdewam in. Ji ber ku  ew siyasetê ku Enqere dimeşîne êdî nayê qebûlkirin û divê êdî tiştên ku Tirkiye her tim dibêje, di pratîkê de pêk bîne.”

 

Pêşveçûna artêşa Tirk li Efrînê dijî berjewendiyên Moskowê be jî, rêveberiya Rûsyayê hewl nade li pêş serbazên Tirkiyê astengî derbixîne.

 

Bi nêrîna pisporê serbazî Vladîmîr Yevseyev damezrandina herêmeke aram a li Efrînê, dikare pêşiya wêranbûna wê kantonê bigre, lêbelê di vê mijarê de, nêrîna Moskow û Enqere ne wek hev in.

 

Pisporê leşkerî Vladîmîr Yevseyev jî wiha axifî: “Rûsya hewl dide ku li ser ragihandina 5emîn herêma aram a li Efrînê bi aliyên din li hev bike. Lê Enqere dixwaze berê Efrîn dagir bike, paşê hebûna xwe ya li wê deverê bi damezrandina herêma aram meşrû bike. Lê Rûsya li hember vê planê dixwaze artêşa Sûriyê têkeve Kantona Efrînê û kontrola kantonê jî dikare hem ji aliyê Tirkiyê, hem Rûsya û hem jî Îranê pêk ve bê pêkanîn.”

 

Di vê navberê de Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, ku Moskow ji ber zêdebûna hejmara qurbaniyên sîvîl ên li Efrînê dilgirane û bangawazî li aliyên şer kir ku  asta aloziyê kêm bikin.

 

Nîşankirin : Efrîn, Tirkiye, Êriş, Rûsya
887 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.485 seconds