Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Wezîrên berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê li ser Efrînê dicivin

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Wezîrên berevaniyên yên Amerîka û Tirkiyê, James Mattis û Nurettin Caniklî.
Wezîrên berevaniyên yên Amerîka û Tirkiyê, James Mattis û Nurettin Caniklî.

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrên berevaniyê yên her du welatên Tirkiyê û Amerîkayê êvariya îro li Brukselê dicivin.

 

Medyayên Tirkiyê belav kirine, ku biryare êvariya îro li gorî dema Ewropayê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Nurettin Caniklî li bajarê Brukselê bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis re bicive.

 

Civîna navbera Canilkî û Mattis di kevana civîna wezîrên berevaniyê yên welatên endamê NATOyê de pêk tê, ku biryar e îro dest pê bike û heta sibê Pênşemiyê berdewam dibe.

 

Li gorî medyayên Tirkiyê, di vê hevdîtinê de egereke zêde heye, ku Caniklî û Mattis derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê li Efrînê û piştgiriya serbazî ya Amerîkayê bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi hev re gotûbêjê bikin.

 

Pêwendiyên dîplomatîk ên Waşington û Enqerê niha di aloztirîn rewşa xwe de ye, bi awayekê ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duh di daxuyaniyekê de gotibû, pêwnediyên Tirkiyê û Amerîkayê niha di rewşeke hesas û xeter de ne û tekez kiribû, yan pêwnediyên Enqere û Waşingtonê dê ber bi başbûnê ve biçin û yan jî dê bi temamî têk biçin.

 

Tirkiye û Amerîka derbarê çekdarkirina YPG/HSD, rewşa Minbicê û herwiha çend mijarên din ên têkildarî rewşa Sûriyê de xwedî helwestên ciyawaz in. Amerîka piştgiriya leşkerî dide YPG/HSDê û herwiha piştgirî li kontrolkirina bajarê Minbicê ji aliyê YPG/HSDê ve dike, lê belê Tirkiye li dijî her du helwestan e.


Tirkiye û Amerîka her du jî endamên peymana berevaniya hevbeş a NATOyê ne.

 

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya çekdarên çend grûpên Artêşa Azad a Sûriyê ji roja 20ê Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, ku îro derbasî roja 26an bû.

493 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-05-17 2:41:12 PM
Cuda bûna Partîyên bi nav û Nasnameyên xwe,bi ser Kurdan û HDPa bi ser Gelan ve,dîyare Armanc û Bernameyên xwe,ji hev dûrin.HDP,bi merd û merem nav...
Hewldanên tifaqa Kurdistanî li gel HDPê bê encam man
| 17-5-2018 | (1)
Kurdekk | 2018-05-16 5:54:17 PM
Ser kefttin we rre
Boran Zaza: Ji bo mûzîka Kurdî projeyên min ên mezin hene
| 16-5-2018 | (1)
Kurdo | 2018-05-12 6:48:48 PM
Seedî Pîre,bêjerê kîjan Balî ji YNKêye?Serokahîya Cimhurîyeta îraqê heger bi dest YNKê ket yê ji kîjan balîye ji YNKê?Seedî çêra Hêza dike nek rila...
Komîsyon: Encam îşev zelal dibin
| 12-5-2018 | (1)
lolozano | 2018-05-12 5:15:33 PM
Nivîskarê Hêja Ziyanî!Belê, tû dereng gereng dinivîsî,lê fikrên te pir balkêşin ku xwendevanên nivîsa te vê carê neçar dikin ku bipirsin ...
Hilbijartinên yarî guher
| 12-5-2018 | (1)
0.625 seconds