Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Pentagon: Di bûdceyê de alîkarî ji pêşmerge re nehatiye danîn

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon.

Waşington (Rûdaw) – Pentagonê red kir, ku di belgeyên taybet bi bûdceya sala 2019ê ya Amerîakyê de, ti amajeyek derbarê pêşkêşkirina hevkariya darayî û rahênana pêşmerge de hebe.

 

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon derbarê zanyariyên li ser hevkariyên Amerîka yên bo Hêza Pêşmerge di çarçoveya bûdceya sala 2019 a wî welatî de daxuyanî da Rûdawê.

 

Eric Pahon ji Rûdawê re ragihand, ew belgeyên taybet bi bûdceya sala 2019ê ya Amerîkayê ku heta niha hatine belavkirin, ti amajeyek di wan belgeyan de, derbarê pêşkêşkirina hevkariyên darayî û rahênana pêşmerge de tine ye.

 

Pahon got: Tevahiya hûrgiliyên bûdceyê dê demekê belav bibin ku di proseyeke temam re derbas bibin, ku renge çend heftiyan bidome.ç

 

Pêştir di medyayan de hatibû belavkirin, ku Pentagonê ji bo sala 2019ê 850 milyon dolar weke alîkarî ji Hêza Pêşmerge re terxan kiriye.

 

Pentagonê di bûdceya xwe ya îsal de 365 miliyon dolar weke alîkarî ji Hêza Pêşmerge re veqetandiye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.562 seconds