Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Fransayê hişyarî da: Şerê dewletan li Sûriyê çê dibe

Ji aliyê Mecîd Nizamedîn Gilî 14-2-2018
Rûdaw

New York (Rûdaw) – Piştî bûyerên ku heftiya bihorî li Sûriyê çê bûn, Fransa derbarê egera çêbûna şerê dewletan li Sûriyê hişyarî da Netewên Yekgirtî.

 

Balyozê Fransa li Netewên Yekgirtî, Francois Delattre di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, niha metirsiya wê yekê heye ku rûbirûbûneke navdewletî û herêmî li Sûriyê heye û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kir.

 

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li New Yorkê, Mecîd Nizamedîn Gilî dibêje, “ev gotina Balyozê Fransa yê li Netewên Yekgirtî, Francois Delattre ji axavtinên wî yên berê ciyawaz bû, çimku Fransa derbarê rewşa siyasî û mirovî ya li Sûriyê de di heyama dê mehên bihorî de helwesteke neguhertî hebû, lê belê îro Balyozê Fransa bi risteyekê behsa wê yekê kir, ku renge aloziyeke navdewletî çê bibe.”

 

Rûdawê ji Balyozê Fransayê pirsî, “birêz balyoz te behsa rûbirûbûneke navdewletî kir, ev yek metirsiyeke ciddî ye, dikarî wêneyê mezin nîşanî me bidî, ku çiqas ciddî ye ew rewşa ku niha li Sûriyê heye”, û Francois Delattre jî di bersivê de got:

 

“Temaşeyê vê rewşê bikin ku niha li Sûriyê heye, eger bilez hizir li rêgirtina ji rûbirûbûneke navdewletî û herêmî nekin, hemû egerek di rojevê de ye, tevî wê rewşa zehmet a mirovî, ku ew yek bes e heta ku bibe sedema bertekeke bihêz, ku derbarê wê de niha projeyasayayek li ser maseya danûstandinê ye.”

 

Balyozê Fransa yê li Netewên Yekgirtî di berdewamiya bersiva xwe de amaje bi çareseriya stratejîk a rewşa niha ya Sûriyê kir û got: “Ez di vê baweriyê de me ku çareseriya stratejîk ji bo hem wan guhertinan, tekezîkirina li ser rewşa awarte û derbirîna nîgeraniyeke zêde ye, ev yek ne tenê ji bo min e, lê belê bo hevpêşeyên min e jî.”

 

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li New Yorkê, Mecîd Nizamedîn Gilî herwiha dibêje, “xaleke din ku tê çaverêkirin di civîneke daxistî ya piştî vê civîna îro ya Encumena Asayişa Navdewletî de gotûbêjeke berfireh li ser bihê kirin, ew projebiryareke Swêd û Kuwêytê ya derbarê rewşa mirovî ya li Sûriyê pêşniyar kirine, dibe, ku daxwaz dike bo heyama mehekê agirbest li Sûriyê were ragihandin, daku karwanên alîkariyên mirovî bigihin wan navçeyên ku pêwîstî bi wan alîkariyan heye.”

 

Balyozê Swêdê yê li Netewên Yekgirtî, ku sponsorê wê projebiryara derbarê Sûriyê de ye, li ser pirsa Rûdawê ya “gelo ew projebiryar dê herêma Efrînê û operasyona Tirkiyê jî li xwe bigire yan na”, ragihand: “Ez nikarim ti gotinekê li ser vê mijarê bikim.”


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-05-17 2:41:12 PM
Cuda bûna Partîyên bi nav û Nasnameyên xwe,bi ser Kurdan û HDPa bi ser Gelan ve,dîyare Armanc û Bernameyên xwe,ji hev dûrin.HDP,bi merd û merem nav...
Hewldanên tifaqa Kurdistanî li gel HDPê bê encam man
| 17-5-2018 | (1)
Kurdekk | 2018-05-16 5:54:17 PM
Ser kefttin we rre
Boran Zaza: Ji bo mûzîka Kurdî projeyên min ên mezin hene
| 16-5-2018 | (1)
Kurdo | 2018-05-12 6:48:48 PM
Seedî Pîre,bêjerê kîjan Balî ji YNKêye?Serokahîya Cimhurîyeta îraqê heger bi dest YNKê ket yê ji kîjan balîye ji YNKê?Seedî çêra Hêza dike nek rila...
Komîsyon: Encam îşev zelal dibin
| 12-5-2018 | (1)
lolozano | 2018-05-12 5:15:33 PM
Nivîskarê Hêja Ziyanî!Belê, tû dereng gereng dinivîsî,lê fikrên te pir balkêşin ku xwendevanên nivîsa te vê carê neçar dikin ku bipirsin ...
Hilbijartinên yarî guher
| 12-5-2018 | (1)
0.5 seconds