Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîka: Me ji bo operasyonê ti gotûbêj bi Tirkiyê re nekirine

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, Nadîde Aktop gotibû, ew têkidlarî operasyona li rojhilatê Firatê bi Amerîka û Rûsyayê re di danûstandinê de ne.
Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, Nadîde Aktop gotibû, ew têkidlarî operasyona li rojhilatê Firatê bi Amerîka û Rûsyayê re di danûstandinê de ne.

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka red dike ku di derbarê operasyona bo ser rojhilatê Firatê de guftûgo li gel Tirkiyê kiribin û radigihîne ku ew bi pêwîst nabînin, Tirkiye êrîşî wê navçeyê bike.

 

Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, Nadîde Aktop di daxuyaniyekê de  ragihandibû ku di derbarê operasyona rojhilatê Firatê de danûstandinên wan li gel Amerîka û Rûsyayê berdewam in.

 

Lê belê berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ku bi Reutersê re axiviye, bersiv daye wê daxuyaniya rayedara hikûmeta Tirkiyê û ragihandiye ku Amerîkayê di derbarê operasyona rojhilatê Firatê de ti danûstandin li gel Tirkiyê nekirine.

 

Wî berpirsê Amerîkayê ku navê wî nehatiye aşkerekirin, gotiye, berpirsên Amerîkayê di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Tirkiyê de, çend caran behsa “navçeya aram” kirine, ji bo ku tirsa Tirkiyê ya ji wê navçeyê nemîne, nexwe Amerîka qet bi pêwîst nabîne ku Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike.

 

Wî berpirsê Amerîkî aşkere jî kiriye ku rojhilatê Firatê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û Amerîka û HSD bi hev re şerê DAIŞê dikin û di demekê de ku Amerîka û HSD şerê DAIŞê dikin, Tirkiye behsa amadebûna xwe ya ji bo êrîşa li ser rojhilatê Firatê dike.

 

Tirkiye çendîn caran ragihandiye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengiya HSDê dike, metirsî ye bo ser ewlehiya wî welatî û tekez dike ku dê ji bo parastina ewlehiya xwe, dê êrşî navçeyên li rojhilatê Firatê bike.

 

Amerîka di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, piştgirî li HSDê dike û li dijî encamdana her core operasyoneke Tirkiyê li dijî wan hêzan e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.219 seconds