Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Awustralya hevjîn û zarokên DAIŞê wernagire

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Hêj çarenivîsa bi sedan hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê ne diyar e

Hewlêr (Rûdaw) – Hêj çarenivîsa bi sedan hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê ne diyar e. Kesên ku ji çar salan zêdetir e di nav rêxistinê de ne, niha piştî têkçûna DAIŞê dixwazin vegerin, lê beşek welatan qebûl nakin ku wan werbigrin, ji wan jî Awustralya.

 

Zehra Duman hevjîna çekdarekî DAIŞê ye, ew ji Awustrayayê ye, piştî nemana desthilata DAIŞê û nêzîkbûna şikestina wê rêxistina radîkal li Baxozê, ew jin dixwaze vegere welatê xwe.

 

Hevjîna çekdarê DAIŞê Zehra Duman dibêje: “Du zarokên min hene, kurê min temenê wî du sal û nîv e, û keça min jî 6 mehî ye, keça min rûbirûyî kêmxwariniyê bûye, gelekî lawaz bûye, tenê hestî maye.”

 

Ew jina ku hêjî cilên DAIŞê ji xwe nekirine, dibêje ev du sal in hewla revê dida, lê heta niha nikarîbû.

 

Zehra Duman dibêje: “Ev du sal in dixwazim deverê bicîh bihêlim, lê kesek tê nagihê ku bê pere nikare deverê bicîh bihêle, rê jî nîne bê pere derkeve, lewra wek yek di nav çalekê de bimîne.”

 

Awustralya û çend welatên din naxwazin ne çekdar û ne kesûkarên DAIŞê werbigirin.

 

Serokwezîrê Awustralyayê Skot Morison dibêje: “Niha ez ne amade me ti kesekî Awustralî bixim metirsiyê, û hewla vegera wê xelka li wê derê bidim, wan biryara xwe dabû, eger ew xwe bi hevwelatiyên Awustralya dizanin, baş e em jî bo vê rewşê proseyekî me li gor yasayan heye, bi dijwartirîn yasa wan ceza dikin, dema ew bikevin nav pêgehekê bo vegera Awustralyayê.”

 

Zehra Duman dibêje: “Ez dixwazim vegerim welatê xwe, ez hevwelatiyek Awustralî me, tu dizanî ne tenê ez, belkî mafên zarokên min jî heye, ku wek zarokekî asayî mameleyê li gel bikin.”

 

Heta niha çarenivîsa sedan biyanî li nav DAIŞê ne diyar e, lê ewê ku diyar e hemû di rewşek xerab de ne, û dixwazin vegerin welatên xwe.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds