Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Li Amerîkayê konferansek derbarê Sûriyê de hat lidarxistin

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Hejmarek serkirdeyên opozisyona Sûriyê û siyasetmedar beşdarî konferansê bûn

Washinton (Rûdaw) - Li Washintonê konfransek derbarê rewşa Sûriyê de hat lidarxistin, konferans li yaneya Rojnamegeriya Niştimanî ya Amerîkayê hat sazkirin. Di konferansê de hejmarek serkirdeyên opozisyona Sûriyê û siyasetmedar û hunermend beşdar bûn. Beşdarên konferansê tekezî li ser girîngiya çareseriya siyasî li Sûriyê kirin.

 

Serkirdeyekî Opozisyonê Cemal Silêman diyar kir: “Em ne li pey serkeftina opozisyonê digerin, em li pey serkeftina welatê xwe Sûriyê digerin, lewma jî hemû hewlên me û gotara me li ser wê bingehê ne ku çareseriya siyasî ya dadmandane ne ji bo opozisyonê ye, ne jî bo beşeke civakê ye, yan tayifeyekê ye, yan çîneke civakî ye. Çareseriya dadmandane ji bo hemû Sûriyan e.”

 

Serokê Desteya Danûastandinkar a Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî behsa encamên karestbar ên kirîza Sûriyê kir û got: “Îro em behsa nêzî 6 milyon penaber û bi qasî wan koçber li nav Sûriyê dikin. Em behsa bi milyonan zarokên li derveyî dibistanan dikin. Em behsa 250 hezar girtiyan dikin. Em behsa nêzî 14 milyon kes dikin ku pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Em behsa nêzî 12 milyon kes li jêr xêza hejariyê dikin.”

 

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarê Sûriyê James Jeffrey jî li pêş konferansê axivî û got: “Ewa ku serok Trump tiwît kiribû, her operasyonek li Idlibê alozkirina rewşê ye, lewma ferman dabû wezîr Pompeo ku vê yekê ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov re zelal bike. Di encamê de, piştî 10 rojan, Rûsyayê agirbesta Idlibê qebûl kir. Her çiqas pirsgirêkê agirbestê hene, li agirbest her maye. Li seranserî welat, ji Îlona borî ve, guhertin bi ser eniyên şer de nehatiye, ji ber ku berevaniyeke cidî li hember serkeftinên serbazî yên rejîmê heye, lê hîç serkeftineke serbazî nîne, divê danûstandin hebe ji bo vemirandina vê milmilaniyê.”

 

Ev konferansa bi helkefta heştemîn salvegera destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyê hatibû lidarxistin. Beşdarên konferansê tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên şer li Sûriyê, pêwîst e operasyonên serbazî bên rawestandin û danûstandinên siyasî ji bo çareseriyê bên kirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds