Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

NYê êrişên Îsraîlê şermezar kir

Ji aliyê Mecîd Nizamedîn Gilî 14-6-2018
Rûdaw

New York (Rûdaw) – Amerîka şikesteke mezin a dîplomatîk dît, ku bi rola sereke ya Tirkiyê, 120 welat berevajî daxwaza Amerîkayê deng dan projebiryarekê ku bi fermî Îsraîlê şermezar dike.

 

Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley diyar kir: “Gumana min li ser wê yekê heye ku hevpîşeyên min ên Tirk baş dizanin, ku pesendkirina vê projebiryarê ti car naguhere, lê belê ew tenê ji bo başkirina nav û dengê xwe li nav xelkê xwe vî karî dikin.”

 

Nikki Haley li şûna Xezzeyê, rewşa navxweyî ya Îranê weke şer bi nav kir û dema behskirina kuştina xwepêşanderên sivîl ên Îranê, beşek ji şanda hikûmeta Îranê dest bi kenê kirin.

 

Haley destnîşan kir: “Ev çend meh in xelkê Îranê li dijî hikûmeta xwe xwepêşandan pêk tînin. Bi hezaran xwepêşanderên aştîxwaz hatine desteserkirin û zêdetirî 25 kes hatine kuştin. Lê belê em îro behsa Îranê nakin. Li şûna wê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dema xwe ya bi nirx ji bo Xezzeyê terxan dike ku rast e mijareke navdewletî ya giring e, lê çi cuda dike ji şerên Nicaragua  û Îranê.”

 

Lê belê hemû hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê şikest xwar û ji 193 welatan tenê 6 welat piştgiriya helwesta Amerîka û Îsraîlê kirin û welatên din piştgirî dan projebiryara Tirkiye û Cezayîrê ku di berjewendiya xelkê Filistînê de ye.

 

Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 22 welatên Erebî û bi dehan welatên din hene, ku li gor urfên dîplomasiyê taybetmendiya wan pirsgirêka Filistînê ye.

 

Heta niha bi fermî nehatiye zelalkirin ku ji ber çi Tirkiyê xwe kiriye sponsorê vê projebiryara li dijî Îsraîlê, tevî ku di destpêka dariştina vê projebiryarê de ti roleke Tirkiyê tinebû.

 

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon bersiva vê pirsê dide û dibêje: “Ev projebiryar ji aliyê Cezayîr û Tirkiyê ve hatiye pêşniyarkirin, du welatên ku bi qehremaniya rêzgirtina li mafên mirovan nehatine nasîn, wisa diyar e hinek serkirde daxwaza civînê ji civata giştî dikin li dijî Îsraîlê, daku xelkê xwe beriya hilbijartinan razî bikin.”

 

Lê belê heta wan welatên Erebî ku peywendiya wan li gel Îsraîlê baş e jî dibêjin, pesendkirina projebiryarê dê sûd bide parastina canê welatiyên Xezzeyê.

 

Balyozê Erebistana Siûdî yê li Neteweyên Yekbûyî Ebdullah Muelmî dibêje: “Ev biryara ku hat pesendkirin, înşallah dê bibe hinceteke fermî di destê xelkê Filistînê de.”

 

Li gor projebiryarê, divê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di demeke herî nêz de mekanîzmayeke navdewletî pêşniyar bike ji bo parastina canê xelkê sivîl li Xezze û deverên din ên Filistînê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
267 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.172 seconds