Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Di civîna Washingtonê de behsa ‘Kurdistanake bihêz’ hate kirin

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Felah Mistefa û Brett McGurk
Felah Mistefa û Brett McGurk

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa piştî civîna li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand: “Emê peywendiyên xwe yên li gel Amerîkayê bihêztir bikin.”


Şeva derbasbûyî 13-11-2017, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li Washingtona paytexta Amerîkayê li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk hevdîtinek pêk anî.

 

Hevdîtin li Wezareta Derve ya Amerîkayê pêk hat û behsa rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.

 

Piştî civînê Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk di twîttekê de ragihand, wan di çarçoveya destûra Iraqê de behsa Kurdistanekî bi hêz û yekgirtî kirine.

 

Herwiha Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî li ser navnîşana xwe ya twîtterê ragihand: “Ev civîn ji bo pêdaçûna li ser guhertinên dawîn û herwiha pabendbûna me ya bihêzkirina peywedniyên Amerîka û hikûmeta Herêma Kurdistanê, derfeteke baş bû.”

 

Ev civîn di demekê de ye, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ew dixwazind I çarçoveya Destûra Iraqê de li gel Bexdayê danûstandinan bikin.

 

Beriya niha jî Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê James Mattis piştgiriya welatê xwe ya ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de anîbû ziman.

 

 

Şîrove

 
alinom | 14-11-2017
heata sibê bela xwe li erdÊ xin BErzanî peyam da! dostên me nînin.
MSD21 | 15-11-2017
Ku vana ji dil u can dosté kurdan buna, ewé di $eré Dai$é de top,tank u helikopteran bidana Kurdan. Ewé pél bikirana seré Ebadi u bigotana sinoré Kurdistané xeta sore jibuy me.. Lé caméran dengé xwe nekirin. Gava ku ceqel u keftarén Bexdayé érí$é birin ser Kerkuk u derdora heremén Kurdan Amerika,Yekitiyén Netewi u welatén rojava kumé bénamusí dan seré xwe u cavé xwe girtin, gúhé xwe girtin u devé xwe girtin, ji Ebadi u Irané re gotin ka fermo hún cidikin ji wera.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.609 seconds