Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Lavrov: Me soz nedaye ti kesî

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku derbarê derketin û bekişîna hêzên ku Îran li Sûriyê piştgiriya wan dike, wan soz nedaye ti kesî.

 

Sergey Lavrov di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, ku Moskowê di hevdîtinên li gel Waşingtonê de ti behsa rola Tehranê li Sûriyê yan jî hêzên ku Tehran li Sûriyê piştgiriya wan dike, nekiriye.

 

Lavrov got: "Eger em behsa wan hêzan bikin ên ku Îran piştgiriya wan dike, hinek hene ku dixwazin Artêşa Sûriyeyê jî wek hêzekê ku Îran piştgiriya wê dike bidin nasîn. Wê çaxê Artêşa Sûriyeyê çi bike, teslîm bibe? Li gorî min, (ev yek) dilxweşkirineke bêbingeh e".

 

Lavrovî diyar kir, ku hebûna Rûsyayê û Îranê li Sûriyeyê li ser daxwaza Şamê bûye û ji ber wê jî hebûna wan li wî welatî rewa ye.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha amaje bi rêkevtina navbera Amerîka, Rûsya û Urdinê ya derbarê Sûriyê de kir û destnîşan kir, ku li gorî wê rêkevtinê divê ew hêzên ne sûrî yên ku li herêmên kêmkirina aloziyê li başûrê rojavayê Sûriyeyê ne, ji wê herêmê derkevin.


Zêdetirî 6 salan e ku şerê navxweyî li Sûriyê heye û krîza li wî welatî bûye krîzeke navdewletî ku heta niha nehatiye çareserkirin.


Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, çend rêze civîn û danûstandin li Cinêv a Nemsayê û Astana ya Kazaxistanê birêve çûne, lê belê heta niha ti encameke berçav bi dest nehatiye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû Duh vî demî 09:54 |

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû

Encûmena Leşkeriya Minbicê ji Rûdawê re got, Zêdetir
Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin Duh vî demî 08:27 |

Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin

Ev yek di demekê de ye, ku Senatoyê pro Zêdetir
0.641 seconds