Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Amerîka: Em ji Sûriyê venakişin

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê James Mattis (Wêne: AFP)
Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê James Mattis (Wêne: AFP)

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê James Mattis ragihand, heta ku danûstandinên Cinêvê bigihîje çareseriyeke dîplomatîk, hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê dê berdewam be.

 

James Mattis li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û diyar kir, ku bi kontrolkirina Reqayê, rêxistina DAIŞê li Sûriyê ber bi têkçûnê ve diçe.

 

Li ser pirsa "gelo dê Amerîka di pêvajoya piştî DAIŞê de jî hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyê dê bidomîne an na?" Mattis destnîşan kir, ku dê pêvajo bi Cinêvê ve were yekkirin û di çarçoveya danûstandinan de nexşerêyek were diyarkirin.

 

James Mattis herwiha got: “Ji bo lihevkirineke siyasî û piştî wê, cihê ku em herin, pêvajoya Cinêv e ku bi hemahengiya Neteweyên Yekbûyî berdewam e. Armanca me ya niha ev e; Heta ku DAIŞ weke xîlafet ji holê rabe emê operasyonên xwe bidomînin û heta ku li Cinêvê bigihîjin çareseriyeke dîplomatîk, emê bi awayekî ku ew nikaribin vegerin sekna xwe biparêzin. Ji ber vê yekê heta ku pêvajoya Cinêvê bi encam nebe, em nikarin ji Sûriyê derkevin.”

 

Herwiha Mattis amaje bi wê yekê kir, ku DAIŞ bi temamî bi dawî nehatiye û heta ku daxwaza DAIŞê ya ji bo şer hebe, Amerîka dê li dijî wan şerê xwe bidomîne.

 

Li ser pirsa "gelo li Sûriyê hevkariya Îran û Rûsyayê zêde bûye an na?" Mattis wiha bersiv da: “Ev pirseke gelek baş e lê niha ne amade me ji vê pirsê re bersiv bidim.”

 

Mattis bi bîr anî ku di çarçoveya civînên NATOyê de li gel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli hatine ba hev û li ser pirsa "gelo di hevdîtinê de mijara sîstemên parastina mûşekan a S-400 a ku Tirkiye ji Rûsyayê standine hatiye rojevê an na?" James Mattis diyar kir: “Ev biryara serwerî ya Tirkiyê ye. Bi rastî ev dê bi sîstemên NATOyê nexebite, ji ber vê yekê dê di vê mijarê de vê yekê jî hîsab bikin.”


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.531 seconds