Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Kanada: Çek ji Pêşmerge re hêj nehatine şandin

Ji aliyê RÛDAW 15-8-2017
Ji Bexdayê hatiye xwestin ku çek birêkûpêk werin dabeşkirin
Ji Bexdayê hatiye xwestin ku çek birêkûpêk werin dabeşkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Kanadayê li ser çek û kelûpelên leşkerî yên ku wî welatî ji Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê re dane, ji Rûdawê re peyamek şand.

 

Di peyamê de ku ji Rûdawê re hatiye şandin, Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karûbarên Giştî yê Kanadayê li ser nûçeyên di derbarê negihiştina alîkariya çek û kelûpelên leşkerî yên wî welatî ber destê Pêşmerge de aşkere kir, ku pêwîstî bi rêkevtina dawî ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê heye.

 

Li ser nûçeyên ku di medyaya Kanadayê de belav bûbû û dihate gotin, çekên ku ji bo Pêşmerge hatine şandin, ji Heşda Şeibî re hatine dayîn, hikûmeta Kanadayê bi peyamekê aşkere kir: “Hêj ew alîkariya ku biryar hatiye dayîn, nehatiye şandin.”

 

Herwiha di peyamê de ku ji aliyê Reveberê Giştî yê Pêwendiyên Plandanîna Operasyonan û Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karûbarên Giştî Col Jay H. Janzen ve ji Rûdawê re hatiye şandin, aşkere dike:

 

“Kanada di sala 2014an de ku şerê li dijî DAIŞê destpêkiribû, ji bo Herêma Kurdistanê dest bi şandina çek û cebilxaneyan kir û gihande ber destê Hikûmeta Iraqê. Serokwezîrê Kanadayê di 8ê Sibata 2016an de ji hêzên Iraqê re li gel çekên sivik, kelûpelên leşkerî şandin.

 

Ew çek û kelûpelan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nehatiye gihandin. Alîkariyên ku hatine şandin pêwîstî bi rêkevtina Herêma Kurdistanê û rêveberiya Iraqê heye.”

 

Weke din di peyamê  de ji Bexdayê hatiye xwestin ku çek birêkûpêk werin dabeşkirin.

 

Beriya niha Endamê Lijneya Asayiş û Berevaniyê yê li Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah diyar kiribû, ew çekên ku bi navnîşana Herêma Kurdistanê hatine, weke xwe negihiştine Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ew çek dane Heşda Şeibî û hêzên din ên ewlehiyê.

Şîrove

 
TANJA | 16-8-2017
PETERFISCHER TURKISCHE SCEIS LAND TORNADO ICH FINDEN ES GUT

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.766 seconds