Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Korbenda Aborî ya Davosê dest pê dike

Ji aliyê Ala Şalî 16-1-2017
Rûdaw

Dawos (Rûdaw) – 47emînm Korbenda Abroî ya Cîhanê roja 17ê Çileyê li Davosê dest pê dike. Ji niha ve serok û serkirdeyên welatan berê xwe dane Dawosa Swîsreyê.

 

Kormenda Aborî ya Cîhanê, ku piraniya caran weke “Korbenda Davosê” tê binavkirin, bi armanca geşedana aboriya cîhanê, gotûbêja li ser pêwendiyên aborî, bazirganî, mijarên herêmî û pişesaziyê tê sazkirin.

 

Korbenda îsal bi navnîşana “Serkirdetiyeke berpirs û hetyar" tê sazkirin û tê payîn, ku ji 100 welatên cîhanê nêzîkî 2 hezar û 500 serok, serkirde, kesayetên sermayedar û bazirganên navdewletî beşdar bibin.

 

Ji ber amadebûna hejmareke zêde yê kesayetên cîhanî, çavê medya cîhanê li ser çawaniya parastina ewlekariya Davosê ye, ku ev bajêr li ser astê Ewropayê bilindtirîn bajêr e li rûyê deryayê ve.

 

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî ji Davosê ragihand; “Li Dawosê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine wergirtin.”

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku ev 47 sal in korbend tê sazkirin lê ev yekemîn car e ku serokê Çînê beşdarê korbenda aborî dibe. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa May û gelek serokên din jî di korbendê de amade dibin.

 

Derbarê çawaniya ewlekariyê de jî Fermandarê Hêzên Çekdarên Swîsreyê General John Mark Hulter ji Rûdawê re ragihand; “Em weke artêş hevkariya polîsan dikin. Em di amadebaşiyê de ne û tîmeke me li vê derê ye. Ji esmanan ve jî em çavdêriya rewşê û herêmê dikin.”

 

Hulter herwiha got; “Zêdetirî 4 hezar leşker ji bo parastina ewlekariya Dawosê hatine erkedarkirin. Beriya hefteyekê me hemû amadekariyên xwe temam kirine û hêzên me hatine rahênankirin.”

 

Li Davosê nêzîkî hezar şîrketên mezin ên cîhanê hene û sermayeya dorveger a vê derê weke 5 milyar dolarê amerîkî tê mezendekirin. Hersal li bajarê Davosê ya rojhilatê Swîsreyê ev civîn tê sazkirin. Îsal jî dê korbenda aborî di 17ê Çileyê de dest pê bike û heta 20ê Çileyê berdewam be.”

 

Mijarên germ ên Davosê jî wiha ne; Şoreşa çeremîn a pişesaziyê, hestiyarî û berpirsiyariya serkirdeyan, alîkariya cîhanî, birêxistina bazara sermayedaran, vejandina aboriyê.

766 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran B | 2017-06-21 1:53:39 PM
Madem babê wê ji Silêmanyê ye, ne ecîb û ne xerîbe ko ew dijî serxwebuna Kurdistanê ye.
Meredin | 2017-06-21 3:09:07 PM
Heger tu wan gotina tu diki, wilo xuiya diki Bave tê ne tî cuwamerê. Cimki wî Kurdaiyitî bi terê xes nedayê fehim kirin. Biji Serxwuabuna Kurdistanê...
Şaciwana Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
| 20-6-2017 | (7)
Zedan M. | 2017-06-14 7:14:56 AM
Tishtek bash ji mejiye aldaro dere Nina ,miroven parazit u xwe firosh gotin pere nabe .reka dur u direj kete pesh me kurden rojava ,em hevidaren ku...
Baran B | 2017-06-21 2:07:04 PM
Pkke û PYDe xodanê siyasetvanên wek Aldar .X ne. Her hinde mirf karît bêjît li ser pêŞniyara Aldarî.
Konfederalîzma xeyalî
| 16-6-2017 | (2)
serdar Budak | 2017-06-21 12:21:49 PM
slaw ez baverim dibê "nirxê sêrînî" bê nivîsin a ne " nirxê sêranî" roj bas. Dr Serdar ji Stockholm
Li Dêrika Hemko nirxê şêraniyê li gorî nirxê şekir e
| Duh vî demî 02:52 | (1)
lolozano | 2017-06-20 4:54:10 AM
Heta bi nûhe,gelek kesan ji Serwerên Kurd Rola Barzanî bilind nas kirine!Û berê, li dijîyê bûn!Ji wan Şeyx Ceefer Mistefa Rola Barzanî an Ferman û...
Fereydûn Ebdulqadir: Divê Barzanî destpêşxeriyekê dest pê bike
| 20-6-2017 | (1)
0.203 seconds