Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Ji Amerîkayê derbarê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî

Ji aliyê RÛDAW 16-3-2017
Rûdaw

Navenda Nûçeyan - Berdevkê hevpeymana navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Iraqê hat avakirin John Dorrîan diyar kir ku tu planê wan ya derbarê Pêşmergeyên Rojavayê ku li Sûriyeyê bi hev ra bixebitin, tuneye.

John Dorrîan derbarê operasyonên li dijî DAIŞê yên ku li Sûriyê û Iraqê tên kirin de agahî da rojnamevanan.

Dorrîan li ser pirsa "Hûn dê di operasyona Reqayê de Pêşmergeyên Rojavayê jî bi kar bînin an na?" de wiha got: "Niha di plana me de ew tunene"

Dorrîan xeberdana xwe wiha dewam kir: "Em bi Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê û Koalîsyona Ereban a Sûriyeyê re dixebitin. Ji bo têkbirina DAIŞê em amade ne bi yên din re jî bixebitin. Heta ji destê me tê em naxwazin operasyonên xwe ji aktorên din cuda bikin. Li wir hevpeymaniyek heye. Li ser rewş û rola Tirkiyê hevdîtinên me dewam dikin. Em bi Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê re dixebitin û ew jî dixwazin hêza xwe tekûz bikin."

John Dorrîan bal kişand ser hêzên Amerîkayê yên li Minbicê û got heta niha li dijî leşkerên Amerîkayê êrîş nehatiye kirin.

Dorrîan diyar kir, rejima Sûriyeyê û leşkerên Rûsya di bin çavdêriya wan de ne û ew kirinên wan dişopînin û wiha dewam kir: "Der heqê hejmara hêzên Sûriyê de agahiyeke min a zelal tuneye. Di navbera şirîkên me, Tirkiye û eniyên DAIŞê de hereket dikin."

Dorrîan got ku hêz di çarçoveya lihevhatina ewlehiyê da li ser navendên harekatê re bi Rûsan ra dikevin têkiliyê.

Dorrîan diyar kir, hêzên ewlehiya Iraqê li rojavayê Mûsilê dijî DAIŞê pêş dikeve û got ku li rojavayê Mûsilê di navbera şervanên biyanî yên DAIŞ û yên herêmî de rageşî heye û heta pev jî diçin.

Dorrîan wiha pê da çû:

"Ebûbekir el-Bexdadî raye hinekî zêde dabû şervanên biyanî, lewra dizanibû nikarin ji ciyê ku lê ne herin ciyekê din. Dizane ku biqetin ew ê lê bigerin û bibînin. Ev jî di nav dijmin da dibe sedema ragêşiyê; em jî dixwazin ku ev dewam bike. Lewra bi domandina tiştên wiha ve ew ji hêzê dikevin. Em dibînin ku di hin tiştan de bi hev dikevin. Wek mînak, me dît ku hin fermandarên şervan ên biyanî sûc diavêjin ser şervanên ji Iraqê û dibêjin 'êdî naxwazin şer bikin' û wan dikujin."

Nîşankirin :
2581 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Dizítí u talankirin Yasayíye li Iraqé?! | 2017-09-20 7:04:51 PM
Sermezin,Gava ku te mala xwelké tal kir u Seranseré Iraqé $éland u Kaos a li Iraqé derxist Yasayí bu? Gava ku tu u derdora te,dizíya xwe didkin u we...
maroouf | 2017-09-22 2:51:54 PM
gelo ev dirinde liser navê kî dipeyvet...! bi navê Saddê Hussên îû an jî wek xulamek Saddamê Hussên....! ey dirinde dema DAISH kete Mousil dneg ji te...
Malikî: Em destpêşxeriya Neteweyên Yekbûyî red dikin
| 20-9-2017 | (3)
maroouf | 2017-09-22 2:39:23 PM
Ey dirnde.... ka gelo wek rêz li ber çi mafên Kurdistana Bakur kirdîya heta em roj ...! ji xeynî kushtin, ruxandin, wêrankirin, birdumankirana kurd û...
Serokwezîrê Tirkiyê: Referandûm ti xêrekî nagihîne birayên kurd
| 14 demjimêr berê | (1)
Maroouf | 2017-09-22 2:18:31 PM
Li gor zagona Ummeti Muttahide Neteweyên yekbuyîn her mafe hemu gelên bindest rewayet mafa çarenuwsa xwe bi destura raya gel bi rapiryîya gelemperî...
Barzanî: Aliyên navdewletî ne li dijî giştpirsiyê ne
| 8-9-2017 | (1)
Bernas | 2017-09-22 12:47:37 PM
Her bijîn biradaran, hûn her bijîn. Karê olderên Kurd jî divê wekî hemû xelkên dinyayê bo Kurd û Kurdistan î be.Bo vê jî helwesta Eli Bapîr wek...
Ji Şêxê Neqşîbendiyan banga referandûmê
| 13 demjimêr berê | (1)
0.344 seconds