Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Serokê berê yê FBI: Trump bi kêrî serokatiyê nayê

Ji aliyê RÛDAW 16-4-2018
Serokê berê yê Bûroya Lêpirsîna Federal (FBI) a Amerîkayê James Comey
Serokê berê yê Bûroya Lêpirsîna Federal (FBI) a Amerîkayê James Comey

Navenda Nûçeyan Serokê berê yê Bûroya Lêpirsîna Federal (FBI) a Amerîkayê James Comey derbarê Serokê Amerîkayê Donald Trump de gotinên tuj kirin.

 

James Ceomey piştî ku bi fermana Trump ji kar hate dûrxistin, cara yekemîn beşdarî bernemaye televîzyona ABC News bû û got: “Ya herî giring jî rastgoyî ye. Trupm ne rastgo ye. Min bawer nedikir ku rojek ji rojan ez ê ji bo serokekî Amerîkayê van gotinan bêjim lê di warê exlaqî û etîkî de Trump kêrî serokatiyê nayê. Weke hinekan ez behsa tendirustiya wî ya hizrî û fîzîkî nakim. Diyar e ku mirovekî jîr e lê di warê etîkî de ji bo serokatiyê nabe.”

 

Comey da xuyakirin, ku dibe derbarê Trump de agahiyên veşartî li cem wî hebin. Herwiha got, ku Trump ew vexwendiye xwarina şîvê da ku soza dilpakî û dilsoziyê werbigre.

 

James Comey diyar kir: “Di dema xwarinê de Trump ji min re got, ku divê tu dilsoz bî û min jî jê re got, ku tu dê dilsoziya min bibînî.”

 

Serokê berê yê FBIyê da xuyakirin, ku ji kar dûrxistina wî ji bo wî sûprîz bûye.

 

Comey bi gotinên tund jî êrîşî ser Trump kir û got: “Ji mirovahiyê dûr e û bendeyê ezeziya xwe ye. Giringiyê nade karê xwe û herwiha êrîşên Rûsyayên yên li dijî demokrasiya Amerîkayê jî giring nabîne.”

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
170 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| Duh vî demî 03:09 | (1)
Kurdo | 2018-04-20 8:31:07 PM
Xudanên Partîyên Kurdên Bakur pêwîste berî her tiştî,zani bin ku nikarin sîstema Dewleta Turk bi çi awayî be biguhrin.Ji Kurdên Bakur tê xweztin ku...
AMED – Biryara hilbijartinên pêşwext partiyên Kurd xiste tengasiyê
| 20-4-2018 | (1)
lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.313 seconds