Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

‘Amerîka amadekariya şerekî mezin dike’

Ji aliyê Kamîz Şedadî 17-1-2018
Rûdaw

Moskow (Rûdaw) - Rêveberiya Rûsyayê amadekariya Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyê li Soçiyê dike. Amerîkayê jî ragihand, ku wan ji pêkhateyên HSDê xwestine êdî dest bi damezrandina “Hêzên Ewlekariya Sînorên Sûrî” bikin.

 

Ji aliya din ve hevpeymana Rûsyayê ya din, an ku Tirkiye jî, amadekariya serbazî dike ku têkeve Efrînê. Li Moskowê helwesta Washingtonê weke dagirkerî û Enqerê jî weke şantaj tê nirxandin.

 

Derbarê mijarê de Endamê Lîjneya Karûbarûn Navneteweyî Senator Îgor Morozov ji Rûdawê re got: “Piraniya çavdêran li Moskowê di wê baweriyê de ne ku Amerîka li Sûriyê amadekariya şerekî mezin dike û ne dûr e di wî şerî de hêzên Kurd bi hêzên din ên herêmê re bên hemberî hev.”

 

Sîyasetmedar, pisporê peywendiyên navneteweyî Îkbal Durre jî diyar kir ku hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê amadekariya şerekî cidî li hember Hîzbûllahê dike û wiha axifî: “Di vî şerî de Kurd dê bibin hêza sereke ya ji aliyê hevpeymaniyê ve. Tirkiye jî amadekariyê dike ku bikeve Efrînê. Peywendiyên Tirkiyê bi Rûsya re, pir xurt in. Û ev yek jî dihêle ku Erdogan bikare li hember Efrînê gaveke neçaverêkirî bavêje. Egrdogan wiha difikire ku eger Rûsya piştgirî nede jî, ewê li dijî jî dernekeve."

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê careke din piştrast kir ku divê di Kongreya Soçî de berjewendiyên Kurdan li ber çav bên girtin, herwiha gavên Amerîkayê jî wek hewlên parçekirina Sûriyeyê dibîne.

1255 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.391 seconds