Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Cîhan

Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Ermenîstanê civiya

Ji aliyê RÛDAW 17-2-2017
Rûdaw

Munich (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dema Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanya de li gel Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Eduard Nalbendyan hevdîtinek pêkanî.

 

53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanyayê  îro dest pê dike. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li gel şandekî serbazî û siyasî ya Herêma Kurdistanê li Munichê ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ku beriya konferansê Mesûd Barzanî ligel şandekî Ermenîstanê ya di bin serokatiya Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Eduard Nalbendyan civiya.

 

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku civîn li cihê mayîna şanda Herêma Kurdistanê birêveçû.

 

53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê

 

53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê îsal ji 17ê Sibatê dest pê dike û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Di konfransa îsal de 30 serokên dewletan û 80 wezîrên derve û berevaniyê yên welatên giring ên cîhanê û şandeke kongreya Amerîkayê jî beşdar dibin.

 

Herwiha di konfransa îsal a Munchenê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Encumena Ewropayê Donald Tusk û Sekreterê NATOyê Jens Stolenberg jî beşdar dibin.

 

Di 53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê de, dê mijarên weke pêşeroja pêwendiyên navbera welatên atlantîk û endamên NATOyê bi taybet piştî hilbijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê, Hevkariyên navbera dewletên Ewropayê di warê ewlekarî û berevaniyê de, pêwendiyên bi Rûsya re, şerê li Sûriyê û herwiha rewşa ewlekariyê li Asya-Pasîfîkê û şerê zanyariyên ji aliyên beşdarbûyan ve werin gotûbêjkirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandineyekî fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwandin.

 

Di vê serdanê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmud, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Emer Osman, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî hevaltiya Mesûd Barzanî dikin.

 

Di çarçoweya vê konferansê de Barzanî dê li gel hejmarek serkirde û berpirsên siyasiyên welatên beşdarbûyî dicive.

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şêrîn | 2017-03-26 7:18:37 PM
Ser xêrê be û bi hêvîya go ev şer bi dawî bibe û ala kurdistanê li hemo herêmin kurdî bilind bibe.
FLAŞ - Şervanan firokexaneyek leşkerî kontrol kirin
| Duh vî demî 10:09 | (1)
Bernas | 2017-03-26 5:22:07 PM
Ma Kurd wan ji DAIS biparézin, ku KERKUK nabú Músin ji ber xwín ú qeda Peshmerge, ma Ereb ú Turkmen jí rabin dijí ala Kurdistan derkevin. Ew nabe,...
Mir | 2017-03-26 5:35:50 PM
Kurd ne benda destúra turkmen in bi hildana ala Kurdistan. Azerí jí Turkmení jí her tim doza gelén xwe wé demé dikin, kíngé Kurd serwerí ú serxebún...
Kerkûk êdî biryara xwe ya dawîn dide
| Duh vî demî 06:29 | (3)
Naaaaa | 2017-03-26 2:37:00 PM
Me jî heta naha digot qey rêvabirîya Kurdistanê Kurdin.Lê em dîsa nerast derketin û dibînin ew ne Kurdin yanjî Kurdin indabûyîne...Naha dîsa gelê...
HEWLÊR - Mamosta li dijî biryara ‘hilbijardekirina zimanê kurdî’ ne
| Duh vî demî 03:52 | (1)
Dilxwaz | 2017-03-26 12:32:31 AM
Ma Salih Mislim ê wan li kuye? Tirka got em wî bibînim, em ê wî bigirin û ji wî caxîde windaye û kes jî lê napise û qala wî nake. "Min meraq kir,"
Baran | 2017-03-26 11:07:59 AM
Min bihîstîye Salih. M di zîndana Qendîlî deye. Ş? bersiv. Cemîl B ji Salih ra got çima heta nihe YPGê Şengal bi temamî dagîr nekire û PDKe ji wir...
ENKS PYDê bi revandina endamê xwe tohmetbar dike
| 25-3-2017 | (2)
0.312 seconds